11 sal berê di 3ê Tebaxa 2014an de DAIŞê bi peymana di navbera Tirkiye Iraq û Hewlerê de êrîşî Şengalê kir û komkujî pêk anî. Di êrîşê de 2 hezar û 213 êzidî hatin kuştin. Ev komkujî wekî Fermana 74an a li dijî êzidiyên Şengalê hat pênasekirin.
Di 3ê Tebaxa 2014an de DAIŞê êrîşeke dijwar bir ser Şengalê. Hêzên li wir bi cih bûn yên mîna PDKê û artêşa Iraqê 24 saetan li ber xwe nedan û gel li dijî DAIŞê bê parastin hişt. Divê êrîşê de yên ku herî zêde êş kişand, gelê Şengalê yê Êzidî bû. Ji ber komkujiyek mezin, êrîş weke fermana 74an tê binavkirin. Di fermana 74an a li ser civaka Êzidî ku weke mezintirîn komkujiya di sedsala 21emîn tê bilêvkirin, 2 hezar û 855 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zêdetirî bi hezaran kes hatin revandin û agahî ji hezaran kesan nayê girtin.
Komkujiya li dijî êzidiyên li Şengalê ya di 3ê Tebaxa 2014an de 11 sal li pey xwe hişt. Civaka êzidî heta niha di 74 komkujî û qirkirinan re derbas bû. Ya 3ê Tebaxa 2014an bi peymana di navbera hikûmetên Enqere, Hewler û Bexdayê pêk hat. Ji ber ku beriya fermanê Enqere, Bexda û Hewlerê li hev kiribûn û peyman îmze kiribûn, dema ku DAIŞ ket Şengalê, pêşmergeyên girêdayî PDKê ku parastigna Şengalê dikirin, bêyî ku Şengalê biparêzin, hêzên xwe ji Şengalê vekişandin. Bêyî ku li dijî DAIŞê şer bikin, Şengal bê parastin hiştin.
Di dîrokê de li dijî êzidiyan gelek komkujî bi destê Osmaniyan pêk hatin. Fermana Suleyman Xan Qanûnî di 1570yî de, fermana Elî Paşa Caniyolad di 1607an de, fermana Ehmed Paşa li Amedê di 1630yî de, fermana waliyê Wanê Şemsî Paşa di 1650yî de, fermana waliyê Amedê Mistefa Paşa Fîrar di 1655an de, fermana Kabilan Paşa di 1674an de, Fermana Hesen Paşa di 1701ê de, fermana Hesen Paşa Celîlî waliyê Mûsilê di 1723yan de, fermana waliyê Mûsilê Mihemedemîn Paşa Celîlî di 1766an de, fermana waliyê Mûsilê Abdulbaqî Paşa Celîlî di 1786an de, fermanê waliyê Mûsilê Mihemed Paşa Celîlî di 1792yan de, fermana waliyê Mûsilê Mihemed Paşa Celîlî di 1793yan de, Fermana waliyê Bexdayê Suleyman Paşa El-Kebîr di 1791an de, fermana walî Elî Paşa di 1803yan de, fermana Qebad Beg mirê Behdînanê bi waliyê Mûsilê Mihemed Paşa Celîlî re di 1805an de, fermana waliyê Numan Paşa Celîlî di 1807an de, fermana waliyê Mûsilê Nuiman Paşa Celîlî Bîn Suleyman Paşa Celîlî di 1808an, fermana qeymeqam-ê Sincarê Hac Îbrahîm Beg di 1917an de, fermana Xelef di 2007an de û herî dawî fermana DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de pêk hat.
Komên DAIŞê bi hewldana dorpêçkirina parêzgeha Şengalê saet di 3ê şeva 3yê Tebaxa 2014an de êrişî herêmên Şengalê kir. Êrişan ji gundên Girzerk, Koço, Sêba Şêx Xidir, Rambosî, Til Benad û Til Qesab dest pê kir.
Zêdetirî 400 hezar Kurdên êzidî di parêzgeha Şengalê de bûn. Li gel wê jî hin kêmneteweyên Şebek, Tirkmen û Ereb li başûrê Kurdistanê hene. Ew herêm jî di navbera hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê de bi nakok in. Dema DAIŞê erîş kir, li Şengalê hêzên leşkerî hebûn. Zêdetirî 18 hezar şervanên ji hêzên Pêşmerge yên hikumeta PDKê hebûn. Lê pêşmermeyan di heman rojê de ji fermandariyên PDKê jê revîn. Bi wê re jî tenê gelê êzidî yê sivîl li hember DAIŞê ma.
Çavdêran der barê hiştina herêmê bi fermanên fermandarên PDKê de wesif kir ku ev hiştina herêmê di nava lepên çeteyên DAIŞê de bi encama gelek civînên di navbera istîxbarata PDKê û dewleta Tirk de ya piştevanê sereke ji DAIŞê re bi hevkariya nepenî ya her duyan ji bo qirkirina gelê êzidî pêk hat.
Ciwanên herêmê bi awayekî dixwaz hewl dan li pêşiya çeteyên DAIŞê bisekinin. Lê ji ber tunebûne cebilxaneyê, nikaribûn komkujî rawestandana. Di encamê de, gelek ciwan hatin kuştin. Durûtiya civaka navneteweyî û hêzên hikumeta herêma Kurdistanê der barê parastina Şengalê de hişt ku YPG, YPJ û HPGê yekser destwerdanê bikin û bersiva êrişa li ser herêmê bidin. Bi wê re jî korîdoreke ewle ji çiyayên Şengalê ber bi Rojava ve hat vekirin. Di encamê de jiyana zêdetirî 10 hezar kesan hat rizgarkirin û dûre ciwanên Şengalê li rex gerîla beşdarî rizgarkirina Şengalê bûn.
2 hezar û 213 êzidî hatin kuştin
Li gorî Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê, di encama êrişa çeteyên DAIŞê de 2 hezar û 213 êzidî hatin kuştin. Zêdetirî 390 hezar li Başûr û Rojavayê Kurdistanê belav bûn. 68 perestgehên olî hatin wêrankirin, 6 hezar û 417 ji zarok û jin hatin revandin û çeteyan jinên êzidî wek cariye bi karanîn, zarok ji bo sûcên propagandayê hatin bikaranîn. Lêkolînerên girêdayî NYyê di rapora ku 16ê Kanûna 2016an de hatiye weşandin, got rêxistina DAIŞê hewl da şêniyên êzidî yên bi hejmara 400 hezar bi rêya qetilkirin, kolekirina cinsî û sûcên dîtir qir bike. Qirkirina êzidiyan berdewam e.
NYyê di heman raporê de bang li civaka navneteweyî kir ku gelê êzidî, ji destê DAIŞê li Sûriye û Iraqê rizgar bikin. NYê biryar da ku DAIŞê li dijî vê koma olî komkujî pêk anî. Şêniyên herêmê tev li şerê çekdarî bûn, kom bi kom xwe bi rêxistin kirin, bi wê re jî di 4ê Tebaxa heman salê de YBŞ hat avakirin û li gel HPG, YPJ û YPG parastina xaka ji Şengalê mayî kir û parêzgeha ji çeteyên DAIŞê rizgar kir. Di encama gelek qurbaniyên ku hêzên beşdarî şerê li dijî çeteyên DAIŞê yên li Şengalê bûne de, di 13ê Cotmeha 2015an piştî berxwedana 14 mehan tevahî Şengal hat rizgarkirin.
Di wê rojê de Fermana 74an li dijî gelê êzidî bi hewldana qirkirinê pêk hat. Lê bi wê fermanê re gelê êzidî hişyar bûn ku divê xwe bi rêxistin bikin, parastina xwe bikin û rêxistina rêveberî û leşkerî çêkin. Hevserokê Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê yê wê demê Fîras Herbo got: “Ji ber ku êzidiyan li hember vê êrişa barbarî sekinî û dest bi rêxistina civaka êzidî kir, qirkirina êzidiyan û koçberkirina ji xakê ya di Fermana 74an a 2014an de çênebû.”
YBŞ xwe wek hêzeke leşkerî ya nîştimanî ya Iraqî li ser xaka Iraqê bi rêxistin dike. Li gorî rêziknameya wê, erka wê parastina civaka êzidî, xak, nirx û pîvanên wê ji êrişên derve û hundir e. Li gorî rêziknameyê, li ser rêgeza azadiya jinan û civaka demokratîk dixebite. Civaka exlaqî-polîtîk û yekitiya nîştimanî ya Kurdistanê esas digire. Wek hêzeke leşkerî erkên xwe yên parastinê pêk tîne, rêzdariyê ji hemû ol, çand, ziman û neteweyan re digire, parastina jiyana hevbeş di navbera gelan de dike û diparêze.
YBŞê di 6 salên ewil de zêdetirî 3 hezar û 430 kesên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, rizgar kirin. Bi hevkarî û koordînaya bi YPJ/YPGê re li Rojava bi rêya çalakiyên leşkerî ku li Sûriyê li dijî DAIŞê dest pê kirine, ew li malbatên wan vegerandin.
Ji ber hewldanên êzidîyên Şengalê ku xwe bi rê ve bibin, di roja piştî rizgarkirinê de di 14ê Mijdara 2015an de Meclisa Damezirîner a êzidiyên Şengalê hate avakirin, paşê bû Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê.