Komploya navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li Manîsayê hate şermezarkirin.
Girseya ku li ber avahiya DEM Partî ya Manîsayê kom bû, Komploya 9ê Cotmehê şermezar kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Manîsayê Evîn Gunsel daxuyaniya bi Kurdî xwend. Evîn Gunsel komploya navneteweyî bi tundî şermezar kir û got, “9ê Cotmeha 1998an, ne tenê destpêka komployeke navneteweyî ye ku li dijî Birêz Ocalan Ocalan hatibû plankirin; di heman demê de mîladek e ji bo êrîşeke berfireh a li dijî hêviyên aştiyê yên gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e.”
Gunsel axaftina xwe wiha domand: “Niha erkê ku dikeve ser milê me, ew e ku em vê meşaleyê dest bi dest bigerînin, li çar aliyên cîhanê belav bikin û rêya azadiya Birêz Ocalan vekin. Azadiya Birêz Ocalan, ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gaveke herî berbiçav e. Dema ku em li dijî komployê dengê xwe bilind dikin, bila em dengê azadî û aştiyê jî bi hev re mezin bikin.”
Piştî daxuyaniyê girse bêdeng belav bû.