Ji ber barana dijwar konên koçberên li kampa Waşûkanî ya li gundewarê Hesekê di bin avê de man. Koçberan banga destwerdana lezgîn kir.
Ji ber barana dijwar konên koçberên li kampa Waşûkanî ya gundewarê Hesekê di bin avê de man û zirar bi hejmarek malbatan bû.
Ji ber lehiyê li kampê çêbûne tevger asteng bû. Koçberan bang li aliyên eleqedar û rêxistinên mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin ku alîkariyan dabîn bikin û êşên wan sivik bikin.












