• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Xelkê Rojava taxên xwe li hember gefan xurt dike

    Xelkê Rojava taxên xwe li hember gefan xurt dike

    Li Şirnexê 19 jê zarok 33 kes hatin girtin

    Li Şirnexê 19 jê zarok 33 kes hatin girtin

    Li Amedê 5 ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin

    Li Amedê 5 ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin

    Şandeya Fransayê: Em ji bo mafên Kurdan biparêzin li vir in

    Şandeya Fransayê: Em ji bo mafên Kurdan biparêzin li vir in

    Li Rihayê yek jê zarok û 11 kes hatin girtin

    Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

    Şandeyek payebilind a Iraqê gihîşt Silêmaniyê

    Şandeyek payebilind a Iraqê gihîşt Silêmaniyê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Konferansa li Atînayê: Ocalan di çareseriya pisgirêka Kurd de kesayetekî girîng e

Navenda Nûçeyan / AW

24 GULAN 2025 - 23:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di rûniştina sêyemîn a konferansa “Pirsgirêka Kurd û geşedanên li Rojhilata Navîn” de ya ku li paytexta Yewnanistan Atînayê hate lidarxistin, hêzên herêmî û pirsgirêka Kurd hatin nîqaşkirin û wiha hat gotin: “Abdullah Ocalan di çareseriya pisgirêka Kurd de kesayetekî girîng e.”

Rûniştina ku ji hêla Sotiris Roussos ve hate birêvebirin, ji Zanîngeha George Washington Prof. Dr. Amy Austin Holmes beşdar bû. Holmes hilweşîna rejîma Esed li Sûriyeyê wekî pêşketinek erênî nirxand.

Holmes diyar kir ku HSDê komkujiyên li herêmê rawestand û anî ziman ku li Rêveberiya Xweser mafên jinan di bin bandora Jineolojiyê de pêşketinên mezin bi dest xistiye û diyar kir ku Kurdan tevî gelek astengiyan jî dev ji rêxistinkirina mafên jinan bernedane.

Akademîsyenê Zanîngeha Leipzigê Kamal Chomanî jî diyar kir ku têkoşîna Kurdan a li Rojhilat bi doza Jîna Emînî re ketiye serdemeke nû. Chomanî diyar kir ku pîrozbahiyên Cejna Newrozê nîşaneya vê pêşketinê ne û got ku reformên Îranê yên ji bo  Kurdan li ser mafên Kurdan an wekheviya zayendî ye lê bi tevahî li ser berjewendiyên jeopolîtîk teşe girtiye. Chomanî anî ziman ku divê rêxistinên Kurd ji bo vê rewşa nû stratejiyên guncaw pêş bixin.

Hşndekarê Zanîngeha Lefkoşayê Stavros Drakoularakos li ser girîngiya biryarên Kongreya 12emîn a PKKê rawestiya û diyar kir ku çekdanîn bi helwesta hikûmeta Erdogan ve girêdayî ye.

Profesor Konstantinos Filis jî diyar kir ku pirsgirêka Kurd ji beriya sala 1980an vir ve li herêmê pirsgirêkek girîng e û ji ber neçareserkirina vê pirsgirêkê bandor li têkiliyên navneteweyî yên Tirkiyeyê kiriye. Filis destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di çareseriya pisgirêka Kurd de kesayetekî girîng e.

Axaftina girtinê ya konferansê ji aliyê Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Dîplomatîk a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaşê ve hat kirin. Sema Begdaş diyar kir ku di konferansê de pêşniyar û ramanên nû derketine holê û got, “Îro, em bi kesên ku piştgiriya aştî û azadiya gelê Kurd dikin re bûn. Ji ber beşdarî konferansek wisa de bûm, pir kêfxweş im.” Sema Begdaşê spasiya gelê Yewnanî yê ku li kêleka gelê Kurd in, kir.

Sema Begdaş anî ziman ku pirsgirêkên jinan pirsgirêkên her kesî ne û got ku divê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên destek kirin. Sema Begdaşê destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser hemû gelan digire nav xwe û ji bo misogerkirina vê projeyê pêwîstî bi tevkariyê heye. Sema Begdaş diyar kir ku projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn çareseriyek e û destnîşan kir ku ev proje ji bo gelê Filistînê jî derbasdar e.

Sema Begdaşê behsa daxwaza Erdogan a ji bo danîna çekan ji HSDê kir û destnîşan kir ku Sûriye hîn jî di bin gefa gelek çete û cîhadîstan de ye, ji ber vê yekê danîna çekan ne mimkûn e. Sema Begdaş spasiya hemû beşdaran kir û banga berdewamiya xebata hevpar a ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kir.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Xelkê Rojava taxên xwe li hember gefan xurt dike

Xelkê Rojava taxên xwe li hember gefan xurt dike

2 SIBAT 2026
Li Şirnexê 19 jê zarok 33 kes hatin girtin

Li Şirnexê 19 jê zarok 33 kes hatin girtin

2 SIBAT 2026
Koordînasyona Jinan a Kobanê banga rakirina dorpêçê kir

Koordînasyona Jinan a Kobanê banga rakirina dorpêçê kir

2 SIBAT 2026
Li Amedê 5 ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin

Li Amedê 5 ciwanên enternasyonalîst hatin binçavkirin

2 SIBAT 2026
DYA û Îran amadekariyên jinûve danûstandinên nûkleerî dikin

DYA û Îran amadekariyên jinûve danûstandinên nûkleerî dikin

2 SIBAT 2026
Şandeya Fransayê: Em ji bo mafên Kurdan biparêzin li vir in

Şandeya Fransayê: Em ji bo mafên Kurdan biparêzin li vir in

2 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (92)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne