• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    45 ton derman şandin Rojava

    45 ton derman şandin Rojava

    Xebatên televîzyona NRTê li Hewlêr û Dihokê hatin rawestandin

    Xebatên televîzyona NRTê li Hewlêr û Dihokê hatin rawestandin

    Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

    Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

    Karawana Şaran resaye Pirsûs

    HDK: Yekitî û têkoşîna me dê êrişan têk bibe

    Zarokan pêşengeha îsal ji bo Rojava vekirin

    Zarokan pêşengeha îsal ji bo Rojava vekirin

    Hunermendên Rojava bang kir: Bibin dengê gelê Kurdistanê

    Hunermendên Rojava bang kir: Bibin dengê gelê Kurdistanê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    45 ton derman şandin Rojava

    45 ton derman şandin Rojava

    Xebatên televîzyona NRTê li Hewlêr û Dihokê hatin rawestandin

    Xebatên televîzyona NRTê li Hewlêr û Dihokê hatin rawestandin

    Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

    Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

    Karawana Şaran resaye Pirsûs

    HDK: Yekitî û têkoşîna me dê êrişan têk bibe

    Zarokan pêşengeha îsal ji bo Rojava vekirin

    Zarokan pêşengeha îsal ji bo Rojava vekirin

    Hunermendên Rojava bang kir: Bibin dengê gelê Kurdistanê

    Hunermendên Rojava bang kir: Bibin dengê gelê Kurdistanê

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa PENa Kurd: Divê zimanê kurdî bêparastin û bibe xwedî statu

Amed / AW

11 GULAN 2025 - 14:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Konferansa PENa Kurd a bi navê “Ji bo bicîkirina bendên manifestoya gîronayê” bi dawî bû. Beşdaran xwestin zimanê Kurdî bê parastin û bibe xwedî statû.

PENa Kurd bi piştevaniya PENa Navneteweyî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rasthatina 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi serenavê “Ji bo bicîkirina bendên manîfestoya gîronayê” 10 û 11ê Gulanê li Çand Amedê konferans li dar xist. Her çar aliyê Kurdistanê û welatên cuda gelek rewşenbîr, nivîskar, zimanzan û mamoste tev li konferansê bûn. Roja duyemîn bi rûniştina 3yemîn berdewam kir. Di rûniştina 3yemîn de Nivîskar û Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli, Nivîskar û Lêkolîner Sîdar Jîr li ser mijara “Di Sedsala Dawîn de Rewşa Wêjeya Kurdî”, Mamoste Mozhgan Kavusî li ser mijara “Qefes, Bîranînên Zindanê”, Nivîskar Rojbîn Perîşan “Di Wêjeya Kurdî de Rengê Zindanan, Bandora Zindaniyan”, Nivîskar û Lêkolîner Beyan Ezîzî “Bingeha Sansura li Ser Wêje û Zimanê Kurdî li Îranê / Mînaka Nivîsên Jinan li Rojhilatê Kurdistanê”, Nivîskar Firat Can “Bandora Wêje û Polîtîkayê ya Li Ser Hev” axivîn.

Cemîlê Turhanli diyar kir zimanê Kurdî di bin xeterê de ye, Cemîle Turhalli da zanîn ku divê politîkayên balkêş tînin pêşiya xwe û bixebitin.

‘Girtî bi rêya nivîsê dixwazê dengê xwe bigînin derve’

Dure Nivîskar Rojbîn Perîşan jî axivî û diyar kir ku nivîs li vê erdnigariyê hatiyê afirandin û got: “Ez 30 sal di zindanê de mam. Sosyolojiya zindanê gelek cuda ye. Jiyana li zindanê ji jiyana derve pir dûr e. Girtî bi rêya nivîsê dixwazin dengê xwe bidin derve. Girtîgeh ji bo wejeyê kaniyek e. Ji bo ramana girtiyan dernekeve derve lijneya zindanan jiyana girtiyan dorpeç dike. Bi rêya lêgerinê nivîsên girtiyan qedexe dikin. Civak li derve eleqê nîşanî nivîsên girtiyan nadin. Ev jî rexeneyeke.”

‘Ji her kesî re serbest e ji Kurdan re qedexe ye’

Firat Can jî axivî û da zanîn ku ji konferansek wîsa gelek keyfxweş e û got: “Girtîgeh gelek teng e. Yê ku girtîgeh çêkirinê naxwazin tu kes bi hêz derkevin derve. Girtîgeh jî li gorî vê hatiye avakirin. Pergal li dijî Kurdan dijminatiyê pêş dixe. Tiştên ji bo herkesî serbest e, ji Kurdan re qedexe ye. Kesekî ji bo azadiya Kurdan têdikoşe, rastî êrişên dewletê tên. Wejekarên Kurd hîn nikarin bi rehetî her tiştî binivîsin.”

Nivîskar û Lêkolîner Beyan Ezîzî jî axivî û diyar kir ku jinên nivîskar li Rojhilata Kurdistanê di bin astengiyan xebatan dikin. Beyan Ezîzî da zanîn ku konferansa PENa Kurd gelek giring e. Paşê Mamoste Mozhgan Kavusî li ser mijara bîranînên zindanê axivî û destnîşan kir ku gelek mafên kesan di zindanên li Îranê de tên binpêkirin.

Divê zimanê me bibe xwedî statû

Herî dawî Nivîskar Sîdar Jîr jî axivî û wiha got: “Şikestina gelê me di peymana Qesra Şîrîn de pêk hat. Piştre Sykes-Pîcot de şikest. Di navbera gelê me de sînor danîn. Ez îro bi pasaport diçim Hewlere. Ew ji bandora xwe dide wejeya Kurdî. Rewşa siyasî rast e rast bandora xwe didê nivîskaran. Îro em gelek nivîskar li vir in. Lê me kesî pirtûka hevdû nexwendiye. Ji ber ku welatê me hatiye parçekirin. Cihekî perwerdehiya Kurdî tune be wejê jî pêş nakeve. Berê perwerdahiya Kurdî hebû. Divê îro em bêtir pêş ketibûna. Lê mixabin em paş ve çûn. Sedema van jî parçekirina Kurdistanê ye. Em kêmasiyên xwe dizanin lê ev kêmasî ne yên me ne. Kêmasî yên Tehran, Şam, Bexdat û Enqereyê ne. Ji ber ku welatê me wan perçê kirine. Kurdan gelek berxwe daye lê pirsgirêk ev e ku em ne parçekî cihanê ne. Divê em xwedî statû bin. Divê ziman, çand û nasnameya me di her alî de xwedî statû be.”

Konferans bi formê dawî bû.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

45 ton derman şandin Rojava

45 ton derman şandin Rojava

4 SIBAT 2026
Xebatên televîzyona NRTê li Hewlêr û Dihokê hatin rawestandin

Xebatên televîzyona NRTê li Hewlêr û Dihokê hatin rawestandin

4 SIBAT 2026
Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

Xelkê Kobanê ji bo parastina destkeftiyên xwe meşiya

4 SIBAT 2026
Karawana Şaran resaye Pirsûs

HDK: Yekitî û têkoşîna me dê êrişan têk bibe

4 SIBAT 2026
Fetî Yildiz: Divê Demîrtaş bê berdan

Fetî Yildiz: Divê Demîrtaş bê berdan

4 SIBAT 2026
Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya

Civîna koma nivîsê ya Komîsyona Meclisê dest pê kir

4 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (161)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne