• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevşaredarên Milazgirê hatin binçavkirin

    Hevşaredarên Milazgirê hatin berdan

    Hevşaredarên Milazgirê hatin binçavkirin

    Hevşaredarên Milazgirê hatin binçavkirin

    Platforma Jinan a Îzmîrê: Rizgarî bi têkoşîna rêxistinkirî pêkan e

    Platforma Jinan a Îzmîrê: Rizgarî bi têkoşîna rêxistinkirî pêkan e

    Nexweşxaneya gurcikan a Kobanê li ber girtinê ye

    Nexweşxaneya gurcikan a Kobanê li ber girtinê ye

    Pûtîn û Şara li Moskowê civiyan

    Pûtîn û Şara li Moskowê civiyan

    Bi hezaran di bin baranê de ji bo Rojava kom bûn

    Bi hezaran di bin baranê de ji bo Rojava kom bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevşaredarên Milazgirê hatin binçavkirin

    Hevşaredarên Milazgirê hatin berdan

    Hevşaredarên Milazgirê hatin binçavkirin

    Hevşaredarên Milazgirê hatin binçavkirin

    Platforma Jinan a Îzmîrê: Rizgarî bi têkoşîna rêxistinkirî pêkan e

    Platforma Jinan a Îzmîrê: Rizgarî bi têkoşîna rêxistinkirî pêkan e

    Nexweşxaneya gurcikan a Kobanê li ber girtinê ye

    Nexweşxaneya gurcikan a Kobanê li ber girtinê ye

    Pûtîn û Şara li Moskowê civiyan

    Pûtîn û Şara li Moskowê civiyan

    Bi hezaran di bin baranê de ji bo Rojava kom bûn

    Bi hezaran di bin baranê de ji bo Rojava kom bûn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Konferansa Ronakbîriyê didome: Bê Şengalê nabe

Navenda Nûçeyan / AW

18 TÎRMEH 2025 - 13:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di Konferansa Ronakbîrî ya Şengalê de, Êzîdxan weke welatekî parçekirî hate pênasekirin û ev yek hate gotin: “Welatê me Êzîdxan ne welatekî ji rêzê ye, pêwîst e xwedî sazî û dezgehên xwe yên taybet û xweser be. Bê welat nabe, welat jî Şengal e!”

Konferansa Ronakbîrî ya Şengalê di roja duyemîn de bi gotarên girîng ên derbarê çand, bawerî, welat, dewlet, civaka xwezayî û ekolojiye de berdewam dike. Di çarçoveya van nîqaşan de civaka Êzidî hewl dide wateya nasnameya xwe, welatê xwe, dîroka xwe ji nû ve şîrove bike û ji bo hebûna xwe perspektîfa siberojeke azad zelal bike.

Yek ji gotarên ku di vê çarçoveyê de hate pêşkeşkirin, “Di Nav Talan û Qirkirinê de Rastiya Welat-Welatparezî û Ekolojî” bû. Ev gotar ji aliyê endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Şengalê Kendal Çiya ve hate pêşkeşkirin. Di destpêka gotarê de hate destnîşankirin ku li Rojhilata Navîn gelek dewlet, hebûna xwe li ser nebûna Kurdistan û Êzîdxanê ava kirine.

Berfirehiya gotarê bi vî rengî ye:

“Li ser me ferman û talanên wisa giran hate meşandin ku Êzidî karîn hebûna xwe encax weke sirrekê biparêzin. Êzidî ku ji Serhedê heya Botanê, Ji Efrînê heya Behdînanê gelê qedîm ê vê axê ne, niha li Çiyayê Şingalê asê mane, hatine dorpêçkirin. Li çiyê jî bela xwe ji me venekirin, em ajotin deşt û beriyê. Êzidiyên ku kehniyên wan hatin çikandin, ji ava şêrîn bêpar hatin hiştin, mihtacî ava tehl hatin kirin, yanî em mehkûmê jiyana tehl kirin…

Welatê me ev çend rastî êrîşan hatiye, me Êzdatî ji xwe re kiriye Welat. Îro roj, axa Şingalê ya Êzidiyan di nav sînorên Iraqê de ye, lê ev cih û warê me axa resmî ya Iraqê ye. Ev axa ku bi hezaran salan e aydê me ye, bi navê dewleta Iraqê tê terîfkirin. Rast e em dikarin bêjin ev cih û war ya me ye, lê welatê me bûye para xelkê. Welatê me Êzidxan ne welatekî ji rêzê ye, pêwîst e xwedî sazî û dezgehên xwe yên taybet û xweser be.

‘Bê Şengalê nabe’

Welatparêziya welatekî ku evçend rastî qirkirin, komkujî û talanan bûye, bêguman wê xwedî wateyeke mezin be û wê barê welatparêziyê giran be. Parastina welatê me, encax bi avakirina nîdama xwe û bi pêşxistina fikir û felsefeyê mimkûn e. Tiştê herî girîng ew e ku, emê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser Êzidiyan ji holê rakin. Sînorên ku di nav welatê me da ji me re hatine danîn emê perçe bikin. Ger îro ewqas astengî û êrîş li ser Şingalê hene û dîsa gel vedigere ser axa xwe, diyar e ev gel bi axa xwe ve girêdayî ye. Hebûna me ne li kampên Barzanî ne jî welatên Ewrupî ne. Bê welat em nikarin bijîn, û ew welat jî Şingal bi xwe ye.’’

Piştî nîqaşên li ser dîrok û coxrafyaya Êzidiyan, mijareke din a girîng di bin navê “Şaristaniya Dewletî, Ferman û Civaka Êzidî” de hate nirxandin. Gotara vê rojevê jî, ji aliye rojnamevan Îbrahîm Êzidî ve hate xwendin. Gotara ku bi pirsa ‘Gelo ev dinya çawa behsa hebûna me û nasnameya me dike? Di siberoja dinyayê de cihê Êzidiyan li ku derê ye?’’ destpêkir, nirxandinên li ser ji nû ve tarîfkirina nasname û heqîqeta Ezidî û Ezdatiyê berdewam kir.
Sîstema dewletê sîstema fermanê ye

Gotar bi van nirxandinan berdewam kir: Em weke ‘Civaka Fermanê’ têne naskirin. Navê me Ferman, Paşnava me Ferman… Pirsa esasî ji bo me ev e; Ferman Çi Ye, bi hezaran salan e çima evçend ferman bi ser me de hatine? Rêber Abdullah Ocalan, ji bo berxwedana dîrokî ya Êzidiyan wiha dibêje:‘’ Koka berxwedana Êzidiyan dema Sumeran, belkî jî koka vê berxwedanê digihe şer û pevçûnên di navbera qebîleyên Arî yên çiyê û qebîleyên Semîtîk ên çolê. Nexwe nakokiyên civaka Êzidî bi dewlet û desthilatdariyê re, bi şaristaniyê re heye. Di rastiyê de Sîstema Dewletê, Sîstema Fermanê ye. Şûrê fermanê li ser civaka xwezayî ji wê demê ve bilind bû, wî şûrî derbeke mezin li qebîle û eşîran, li bîr û baweriyên qedîm da. Ji wê serdemê ve ye çerxê ferman û qirkirinê li ser gelan tê gerandin. Loma lazim e em tehlîla 5000 salan a şaristaniyê baş bikin.

Temsîliyeta civaka Êzidî

Ya din me divê em jê fam bikin ka Êzidî û Ezdatî li ser navê mirovahiyê temsîla çi kirine ku rastî evçend fermanên bêrehm hatine? Tiştê esasî ku ji me re xuya dibe ev e; şaristaniya dewletî ji destpêka xwe ve herî zêde êrîşê Kombûn, Xweza û Jinê kiriye. Civaka Êzidî û Ezdatî jî herî zêde Xweza, Jin û Civakê pîroz kiriye. Yanî nîdama desthilatdariyê herî zêde êrîşê çi kiribe, me jî herî zêde ew tişt parastiye û pîroz kiriye. Me bi qasî qewet û qudreta xwe Ehlaqa Civakî, Xweza û Jin parastiye. Sir û heqîqeta me ya herî mezin ev e. Ji ber vê civaka Êzidî û Ezdatî bi şaristaniya dewletî re ti carî li hev nehatiye, li hev jî nayê. Çîroka me bi cewherî wisa ye; Di dîrokê de ji Sumeran heya Osmaniyan, kê xwestibe Xweza, Jin û civakê bixe bin hikmê xwe, fermana me rakirine. Me jî li ser navê Xweza, Jin û Ehlaqa Civakî li ber xwe daye.”

Nivîskar Osman Ergîn jî bi rêya online beşdarî nîqaşên vê rojevê bû.

Konferans piştî nîvro jî bi mijarên cuda berdewam kir.

 

Etîket: Sengal
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Şengalê çalakiyên ji bo Rojava berdewam in

Li Şengalê çalakiyên ji bo Rojava berdewam in

23 ÇILE 2026
Şêniyên Şengalî ji bo Rojava li qadê bûn

Şêniyên Şengalî ji bo Rojava li qadê bûn

21 ÇILE 2026
Yekitiya Jinên Êzidî ji bo Rojava li qadan in

Yekitiya Jinên Êzidî ji bo Rojava li qadan in

20 ÇILE 2026
Zêdetirî 50 dikanên koçberên Şengalê şewitîn

Zêdetirî 50 dikanên koçberên Şengalê şewitîn

27 KANÛN 2025
Li Şengalê 74 gorên komî vekirin

Li Şengalê 74 gorên komî vekirin

18 MIJDAR 2025
Hemserek û temsîlkarê DEM Partî do şêrê Îmrali

Abdullah Ocalan: Ez ê dev ji hesabpirsîna fermana Êzidiyan bernedim

30 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1416)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne