Konseya Bajar a Amedê li ÇandAmedê bi daxuyanîyekê Meclisa Zarokan a Amedê ragihand.
Konseya Bajar a Amedê li dijî binpêkirina mafên zarokan li ÇandAmedê avakirina Meclisa Zarokan îlan kir. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên Konseya Bajar a Amedê beşdar bûn.
‘Em ê bajarê zarokan ava bikin
Sekretera Giştî ya Konseya Bajar a Amedê Selvî Tunç diyar kir ku ew wekî Konseya Bajêr a Amedê ji bo zarok bi her awayî aktif tev li jiyana civakê bibin, dê Amedê wekî bajarekî bibe hevalên zarokan pênasê bikin. Selvî Tunç, anî ziman ku Konseya Bajêr a Amedê bi daxuyaniyê avakirina Meclisa Zarokan îlan dike û got: “Amed bajarekî pirzimanî û pirçandî ye. Lê li Amedê kêmasiyên ku zarok xwe bi zimanê zikmakî îfade bikin heye. Ev kêmasî hişmendiya zarokan sînordar dike. Em wekî Konseya Bajarê a Amedê dê xebatên xwe bidomînin da ku zarok di nava li bajareke hevpar, pirziman de bijîn.”