• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

    TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

    DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

    DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

    Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

    Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

    Ayşe Gokkan: Hêzdarbîyayîşê aştî ewleyîya heme gandaran a

    Saziyên cîhanê xwestin Ayşe Gokkan bê berdan

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

    Hêzên ewlekariyê dest bi pêngava ewlehiyê kir

    Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    Kerem Canpolat : Bi taybet divê nexweşên giran bên berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Konseya Sendîkayên Skoçyayê azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Navenda Nûçeyan / AW

10 ÎLON 2025 - 14:42
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Konseya Sendîkayên Herêma Dundee ya Skoçyayê, beriya civîna 15ê Îlonê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê name şandin û xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Mike Arnott ê Sekreterê Konseya Sendîkayên Herêma Dundee ya Skoçyayê li ser navê saziya xwe têkildarî ‘Mafê Hêviyê’ ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Dr. Ian Borg re nameyek şand. Mîke Arnott bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di 15ê Îlonê de têkildarî doza Rêber Apo û bi taybetî jî têkildarî ‘Mafê Hêviyê’ bicive.

Naveroka nameya Sekreterê Konseya Sendîkayên Herêma Dundeeyê Mike Arnott bi vî rengî ye: “Di sala 1999an de Abdullah Ocalan hate revandin, li Girtîgeha Girava Îmraliyê hate rehîngirtin û li vir ji aliyê dadgheke leşkerî ya taybet ve cezayê darvekirinê lê hate birîn. Di gel ku di sala 2002yan de li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê hate rakirin, cezayî wî veguherandin cezayê muebeta girankirî, yanî veguherandin cezayê hepsa muebetê jî ihtîmala wê ya tehliyeya bi şert tune ye. Ev cezayê hepsa muebeta girankirî ku beriya wê di pergala cezayî ya Tirkan de qet nehatibû bikaranîn, tê fêmkirin ku bi taybetî ji bo Abudllah Ocalan anîne. Lê piştre heman ceza bi sedan girtiyên siyasî hate birîn.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê du caran (2003/2005 û 2014an) biryarên şermezarkirina ku dewleta Tirk mafên Abdullah Ocalan binpê kirine, girtin. Lê dewleta Tirk heya roja îroyîn têkildarî bicihanîna van biryaran tê pêngav neavêtine. Bi taybetî jî tişta girîng, biryara ku Dadgehê di sala 2014an de daye ya têkildarî binpêkirina qedexeya cezayê hepsa muebetê yê dermirovî û ihtimala tehliyeya bi şert tune ye û miameleya biçûkxistinê û ji bo naskirina “Mafê Hêviyê” pêkanîna reformên yasayî yên eleqedar e. Ev yek di sepanê de tê wateya ku doza Ocalan ji nû ve were lêkolînkirin û mekanîznayên ji bo derfeta tehliyeyê werin avakirin.

Komîteya Wezîran di Îlona sala 2024an de, têkildarî doza Ocalan civînek li dar xist û salek wext da Tirkiyeyê. Sekreterya hate erkdarkirin ku ger Tirkiye di nava salekê de biryara Dadgehê bi cih neîne, amadekariyên tedbîrên werin standin bike. Di mehên havînê de Tirkiyeyê diyar kir ku Abdullah Ocalan jî di nav de ew ê ji bo girtiyên ku cezayê hepsa muebeta girankirî lê hatine birîn, ‘’Mafê Hêviyê’’ nas neke. Rewş êdî gelekî eşkere ye û dema ku Komîteya Wezîran li hemberî rewşê bêdeng nemîne, hatiye.

Weke sermuzakerevanê pêvajoya ji bo ‘Aştî û Civaka Demokratîk’’ berdewam dike û nûnerê rewa yê gelê Kurd, divê destûr were dayîn ku Abdullah Ocalan bi awayekî tam beşdarî pêvajoyê bibe û ji ber vê yekê jî were berdan. Serketina vê pêvajoyê, wê ji bo herêmê encamên berfirehtir derxîne holê û ji bo xurtkirina aşitî û civakên demokratîk pêşiya pêvajoyên hevşib veke. Di çarçoveya Rojhilata Navîn de ku lê şerên di navbera netewedewletan de her ku diçe zêdetir dibin, israra têkildarî aşitî û xwerêvebirina demokratîk, wê ji piraniya krîzên heyî re çareseriyê pêşkêş bike û girîngtir bibe.

Em daxwaz dikin ku Komîteya we vê derfetê bi kar bîne û zextê li Hikûmeta Tirkiyeyê bike ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne û Abdullah Ocalan serbest berde.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

TJAyê Emîne Erciyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar bi bîr anî

10 ÎLON 2025
DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

DEM Partî diçe serdana Ozgur Ozel

10 ÎLON 2025
Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

Li Tebqayê meşa ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’

10 ÎLON 2025
Ayşe Gokkan: Hêzdarbîyayîşê aştî ewleyîya heme gandaran a

Saziyên cîhanê xwestin Ayşe Gokkan bê berdan

10 ÎLON 2025
Di 23 mehan de 31 rojnamegerên jin li Xezayê hatin kuştin

Di 23 mehan de 31 rojnamegerên jin li Xezayê hatin kuştin

10 ÎLON 2025
Li Sûriyeyê kampanya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû

Li Sûriyeyê kampanya ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bi dawî bû

10 ÎLON 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (175)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne