Hejmara 146emîn a Kovara Jinê bi sernavê “Têkoşîna me, ji bo mafan; ji bo jiyanê” derket. Di hejmara xwe ya nû de, Kovara Jinê balê dikişîne ser rewşa dîrokî û ya niha ya têkoşîna jinan.
Nivîsên ku di vê hejmarê de cih digirin ev in:
*Têkoşîna Jinan li Cîhanê / Nazan Ustundag
*Em Serketin, Em ê Dîsa Bi Serbikevin! / Sakîne Esen Yilmaz
*Rûyê Dualî yê Serdema Dîjîtal: Derfet û Gef di Mafên Jinan de / Oya Açan
*Azadî Ne di “Mafan” de, lê di Hişmendiyê de Dest Pê Dike / Rojdan Erez
*Mafê Herî Bêdengkirî: Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê û Nedîtbariya Giştî ya Kurdî / Hatîce Oncu










