Mûş – Krîza aboriyê ya li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ku di encama polîtîkayên hikûmetê de derdikeve holê, li ser bihayê sergînan jî bandoreke neyînî dike. Bihayê ramokek kerme di nava 6 hezar û 6 hezaran û nîvan de diguhere. Ev bihabûn nahêle ku kerme bên firotin.
Krîza aborî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku di encama polîtîkayên hikumetê de derdikeve holê, bandoreke neyînî li ser welatiyan dike. Aboriya welatiyan her ku diçe xerabtir dibe, ber bi rewşeke xeternak ve diçe û vê giraniyê welatiyan bêzar kiriye. Li gundên Gomê Hezil, Qurçik, Seferek û Mişko yên ku bi ser navçeya Gimgima Mûşê ve ne bandora krîza aboriyê di asta herî jor de derdikeve pêş. Ji ber nebûna gazê, li van gundên Gimgimê ji bo ku avahiyan germ bikin sobeyên daran tên bikaranîn. Ev yek jî berê gundiyan dide sergînan. Bi taybetî jî li herêma Serhedê kerme ku bi qasî êzingan girîng in zivistanê dibe sotmeniya xwezayî. Lê belê balkêş e ku bihayê sergînan ango kermeyan gelek biha ye. Bihayê ramokek kerme di navbera 6 hezar û 6 hezar û nîvan de diguhere û ev yek li pêşiya kirîna kermeyan dibe astengiyeke mezin.
Li herêma Serhedê, ku zivistan dijwar û dirêj derbas dibe, gaza sirûştî û komir tune ne, welatî ji bo germê kermeyan dişewitînin. Kermeyên ku wekî êzingan tê zanîn, ji bo kesên ku li deverên gundan dijîn, di mehên havînê de ji zibilê pez û çêlekan tê hilberandin û di xaniyên biçûk ên li kêleka malên wan de tê hilanîn. Li gundan bi piraniya xelkê kermeyan dişewitînin û zivistana xwe wisa dibuhirînin.