*Ne tenê ciwan meşiyan Amarayê. Zarok, kal û pîr jî bi coş û kelecanek mezin li gel ciwanan meşiyan. Yên temen mezin jî bi ruhê ciwantiyê bi coş û evînek mezin meşiyan Amarayê.
*Yek ji kesa temen mezin ku 3 roj û 3 şevan li gel ciwanan meşiya jî Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Aynûr Yilmaz e. Aynûr Yilmaz bi gotina ‘Temen dibe mezin be, lê ruh ciwan e’ tevî temenê mezin hestê ciwaniya ruh anî ziman.
Ciwan ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatin li Amedê kom bûn. Ji Qada Şêx Seîd berê xwe dan Amarayê. Ciwan 4 rojan meşiyan. Astengiyên li pêş xwe rakirin û meşiyan. Li gund û navçeyan bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Li ser rêya xwe gorên şehîdan ziyaret kirin û soza mezinkirina têkoşînê dan şehîdên tevgerê azadiyê. Her ku meşiyan zêde bûn. Her ku meşiyan coş û kelecana wan zêde bû. Her ku meşiyan astengiyên li pêşiya xwe rakirin. Ne tenê ciwan meşiyan. Di meşê de zarok, gelek kal, pîr û mirovên temen mezin jî beşdarî meşê bûn. Di meşê de êdî hemû temen ciwan bûn. Hemû ruh ciwan bûn.
Têkoşîna ku 52 sal berê li Bendava Çubûkê bi çend ciwanan aj da û 50 sal berê li Rihayê bi tevger bû, îro rêya milyonan ciwan vekiriye û ciwan di vê rêyê de dimeşin. Îro bi milyonan ciwan bûne rêwiyê vê karwanê. Ruh û felsefeya Tevgera azadiyê ku bi dirûşmeya ‘Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantiyê berdewam bikin’ careke din li gundê Amara yê Xalfetiyê ev îspat kir. Carek din hat dîtin ku li Amara di navbera temenan de sînor nemaye û hemû kes li Amara ciwan in.
Yek ji van kesên ku tevî temenê mezin û xwe wekî ciwanan hîs kir û beşdarî meşa Amara bû jî Endama Meclisa Aştiyê ya Rihayê Aynur Yilmaz e. Aynûr Yilmaz xwişka pêşengê Tevgera Azadiyê Salîh Kandal e. Dema Salîh Kandal di şerê li Sêwêregê de şehît ket, ew hîn 10 salî bû. Lê îro wekî ciwaneke 20 salî ji Curnê Reş heta Amarayê bê westan û rawestan meşiya.
Dema ciwan ji Amedê ketin rê û ji Sêwêregê derbasî Curnê Reş bûn, Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Aynûr Yilmaz ji Pirsûsê hat Curnê Reş û tev li meşa ciwanan bû. Aynûr Yilmaz bi gotina “Piştî çavê min li van ciwanan ket, min got ev têkoşîna 40-50 salin didome, vala neçûye û encamek xurt girtiye.” Heviyên xwe anî ziman.
Yek bi yek maç kir û tev li meşa wan bû
Dema ciwan hatin Curnê Reş, Dayika Aştiyê Aynûr Yilmaz ji Pirsûsê berê xwe da Curnê Reş û tev li karwanê meşa ciwanan bû. Ciwan yek bi yek maç kir û got “Ez jî wekî dayikekê dixwazim bi were bimeşim. Piştî Serok ji bo aştî û Civaka Demokratîk rêya ciwanan jî vekir, min jî got ez jî wekî dayikekê dixwazim tev li meşa we bibim. Ez jî ji bo aştiyek mayinde dixwazim mil bidim milê we û bimeşim. Ji bo Rêber Ocalan azad bibe û ji bo hemû girtiyên zindanan derkevin tev li meşê bûm û heta Amarayê li gel wan meşiyam.”
Bi komek biçûk ketin rê û îro bi milyonan dimeşin
Dema ciwan meşiyan, di rêde gel ew pir bi germahî pêşwazî kirin. Her ku ciwan meşiyan tevlêbûn zêde bû. Her ku ciwan meşiyan kelecan zêde bû. Ciwan li navçeya Curnê Reş ewil çûn ser gora şehîdên pêşeng. Yek ji wan birayê Aynûr Yilmaz Salîh Kandal bû. Yên din jî Xelîl Çavgûn û hevalên wan bû. Ciwanan li ser wan axaftin kir. Wê demê Aynûr Yilmaz jî li ser gorê axivî û got: “Rinde ku hûn ketine vê rêyê. Ev rêya we pir pîroz û baş e. Îro bi hezaran, bi milyonan ciwan li pey we dimeşin û ala we hildane. Rinde ku hûn ketin vê rêyê” û li ser navê şehîdan spasiya xwe ji ciwanan re kir.”
Li ser hestê serdana ciwanan a gorên şehîdan Aynûr Yilmaz hêvî û kelecana xwe wiha anî ziman: “45 sal berê ev hevalana di têkoşîna vê dozê de şehîd bûn. Em li aliyekî xemgîn bûn, li aliyekî em pir serbilind bûn. Min ji wan re got ‘Hûn vala li vir ranezane. Têkoşîna we didome. Îro bi milyonan mirovan ala we hilgirtiye. Ez gelek şanazim ku ev ciwan hatine serdana we.’ Em dibînin bi 10-15 kesan dest pê kirin û îro bi milyonan dimeşin. Ez dibêjim rinde ku birayê min bû. Rinde ku di vê rêyê te meşiya. Ez kêfxweşim ku di şopa wî de îro dimeşim.”
Ruh û meşiyê min ciwan e
Aynur Yilmaz, wekî dayikekê hestê xwe yê tevlêbûna ciwanan a bi temenê mezin jî wiha anî ziman: “Min got temenê min mezin e. Kîloyê min jî zêde ne û nexweşiyên min jî hene. Lê min got hûn çend salî ne ruhê min û mejiyê min jî ew qas salî ye. Min got hûn 15-20 salî ne ez jî di temenê we de me. Qet newestiyam û min êş hîs nekir.”
Aynûr Yilmaz destnîşan kir ku li Enqereyê Dewlet Bahçelî got ‘Bila Abdullah Ocalan bê meclisê biaxive’ û wiha axivî. “Lê min got îro ev ciwan aştî û demokrasiyê dixwazin rê li pêşiya ciwanan tê girtin. Min got ev çawa wekhevî û çawa kurd û tirk xwişk û birayên hev in. Ev xwişk û biratî wisa nabe. Min got ‘Eger hûn durust in, vê qadê vekin bila ev ciwan bimeşin.”
Meşê ruhekî nû ava kir
“Vê meşê bandokek gelek baş li ser gelê Hîlwanê kir. Nêzî 20 sal in tu kes nikaribû ji malên xwe derkeve. Lê vê meşê ev hêvî û bawerî pêş xist. Ruhekî nû anî Hîlwanê.” Bi van gotinan bal kişand ser girîngiya meşê û wiha berdewam kir: “Vê meşê li Hîlwan, Sîweregê û Ruhayê ruhekî nû ava kir. Rojbûna Serok ruh û coşeke nû da van ciwanên me. Ciwanan dît ku azadiya Kurdistanê û hemû Kurdên li cîhanê li ser milê ciwanan dikeve. Gotinek heye. Divê ‘Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin.’ Ez tev li vê şorê dibim. Bi rastî jî dema ciwan rabin, tu hês û astengî nikarin rê li pêşiya wan bigirin. Tu kes nikare rê li pêşiya ciwanan bigirin.”
Aynûr Yilmaz, li ser hesta serdana ciwanan a 33 ciwanên sosyalîst jî axivî û got: “33 ciwanên sosyalîst ji bo ji zarokan re xwarin, pêlîstok û alavên pêwist bibin hatibûn Pirsûsê. Dê biçûna Kobanê. Dema em çûn ser gorên wan ez zêde xemgîn bûm. Ew ciwanên bêçek bûn. Ew ji bo zarokan kêfxweş bikin derketibûn rê. Ew ji bo alîkariyê hatibûn. Lê DAIŞê ew bi bombeyê parçe kirin. Her ku diçim Pirsûsê hêsir ji çavê min wekî baranê têne xwarê. Ez li ser gora wan xemgîn û hestiyar bûn. Diviya bû ez li ser gorê negiriya bûna. Ew ciwanên bêçek bûn. Sivil bûn, lê hatin kuştin. Ez ji bo wan hêsiran dibarînim. Serlêdana girseyî û bi coş ez kêfxweş kirim. Min got ‘Hûn li vir di bin axa sar de razayîne, lê bi hezaran, bi milyonan ciwan li ser şopa we ne. Van ciwanan ala we rakiriye û dê armanca we pêk bînin. Hûn li cihê xwe bi rehet razên. Ciwanên biyanî û enternasyonal ku ji bo me têbikoşin, tu carî doza wan û ala wan li erdê namîne.”
‘Oooo hemû dayikên me li vir in’
Ji gelek bajaran ciwan hatin. Ciwan jî ji Stenbolê hat beşdarî meşê bû. Aynûr Yilmaz vî ciwanî hembez dike û wiha qala diyaloga di navbera xwe û wî de kir: “Min ew tev hembêz kir û macî kir. Ez dixwazim mînakekê bînim ziman. Dema ciwan ji Stenbolê hatin, em li Curnê Reş bûn. Ciwanek hat got “Oooo hemû dayikên me li vir in. Çiqas xweş e. Min got ‘Tu ji ku hatiye? Got ‘Ez ji Stenbolê hatime. Got dema ez hatim diya min gotiye ‘Neçe’ Min got ‘Ez diçim li min helal bike. Lê diya min dengê xwe nekir. Min got na dayika te di dilê xwe de gotiye ‘Li te helal be’ Min got em hemû dayikê te ne. Te tev maç kirin. Dema em çûn Amara, leşkeran barîkat danîbûn û nexwestin ciwan derbas bibin. Lê ciwanan milên xwe xistin hev û xwestin barîkatê vekin. Li gel ku cendirmeyan xaz û ava şit avêt ciwanan jî dîsa ciwan meşiyan. Dema leşkeran xaz avêt ciwanan, min carekê dît ew ciwanê ji Stenbolê hatiye ketiye xwar û ji ser hişê xwe çûye. Min çû ew rakir û min jêre got ‘Rabe ser xwe em te saqlem bişînin ji dayika tere. Bila dayika te li te helal bike.’ Piştî demekê ez hinekî xerbilîm. Lê dîsa neketim. Dema vîna mirov xurt be, tu tişt nikare bi mirov. Dixwaze 15 salî be, dixwaze 100 salî be. Min nehişt ku ez bikevim, da ku bandora neyînî li ser ciwanan nekim.”
Li ser hatina ciwanên derve ya meşa Amarayê jî Aynûr Yilmaz hestê xwe wiha parve kir: “Ez di dolmîşê wan de bûn. Xwestin ez bi wan re biçim mala Serok. Lê min got ‘Ez gelek caran çûme mala serok.’ Min xwest ciwanên me yên ji derve hatine û mala Serok nedîtine biçin mala serok. Ciwanên ku ez li dolmîşa wan suyar bûbûm, min wekî mamoste û rêberê xwe didîtin. Min jî ji wê coş û kelecana wan hêz girt. Wan digot ‘Tu mîna rêberê me ye’ Min ji di got ‘Ku ez vê coşa we dibînim hêza min zêde dibe. Ez xwe pîr nabînim. Ez xwe wekî we 15-20 salî dibînim.’ Min ji wan re rêbertî dikir, wan jî hêza ciwantiyê didan min.”
“Ciwan piştî hatin ser gora Salîh Kandal, Cuma Tak û Xelîl Çavgûn ne tenê 3 caran 33 caran coş û kelecana wan zêde bû.” Aynûr Yilmaz bi vê gotinê coş û moralê ciwanan anî ziman û daxwazên xwe wiha vegot: “Wekî dayik em tu carî şer naxwazin. Em naxwazin ciwan, leşker û polîs bêne kuştin. Em her dem alîgirê aştiyê ne. Tevî baranê bi hezaran mirov li Xalfetiyê kom bûn.”
Bi hezaran mirov ji gelek bajarên cuda hatin û li Xalfetiyê beşdarî mihrîcanê bûn. Hatin li Xalfetiyê hev nas kirin. Gelê Xalfetiyê tevan deriyê xwe ji mêvanan re vekir. Li ser vê hestiyariyê Aynûr Yilmaz anî ziman ku vê rewşê nîşan da ku armanc û doz yek be, dil û ruh jî yek e û got: “Me dît ku baran be jî berf be jî herî be jî ku Rojbûna Serok be, tu astengî nikarin wan rawestînin.”
Em dûrî hev bin jî ruh, mejî û dilê me yek e
Bi hezaran kesên hatin gelekan ji wan hev nas nedikirin. Lê wekî ku bi salan hev nas dikin hev hembêz kirin û li hev xwedî derketin. Aynûr Yilmaz li ser vî ruhî û hêzê jî rawestiya û got: “Bi hezaran miroav ji bajarên cuda hatin li Xalfetî bûn mêvan. Ji ber cadir tune bûn, gel deriyên xwe li wan vekir. Hemû malbatên me yên Xalfetiyê deriyên xwe li mêvanan vekir û ew li malên xwe kirin mêvan. Her malek 15-20 kes li wan bûn mêvan. Heta dawî deriyên xwe li mêvanan vekir. Me dît ku vê têkoşîna me ya 40-50 salî encamek çawa ava kiriye. Me dît ku çiqas em dûrî hev bin û em li bajar û parçeyên cuda bijîn jî ruh, mejî û fikrên me yek in û dilê me yek e. Ku fikrên me û rêya me yek be, malên me jî yek e.”
Li Amara her kes ciwan bûn
Ciwan ji Xalfetî bi kîlometreyan meşiyan Amara. Astengî derbas kirin û çûn Amara. Bi hezaran ciwan û welatiyan xwe gîhandin Amara. Aynûr Yilmaz li ser vê rewşê çavdêriyên xwe bi gotina “Dema bi hezaran ciwan û gel gihişt Amara, me dît kal û pîr û hemû cwian tev bûn wekî ciwanan. Me dît ku ruhê hemû kesan ciwan e. Li Amarayê hemû bûn ciwan. Hemû temen bûn ciwan. Kal û pîr jî bûn ciwan” anî ziman.