Remzî Kayaalp ê ku şevê din li navçeya Silopiya Gulîzar Yildiz kuştibû, hat girtin.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê şevê din Gulîzar Yildiz ji aliyê Remzî Kayaalp ve hatibû kuştin. Remzî Kayaalp piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Silopiya û li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Kujer Remzî Kayaalp di îfadeya xwe de îdia kir ku xwediyê kargehê beriya niha gotiye ew dê ji kar were derxistin û beriya bûyerê rû bide ew jî hêrs bûye û Gulîzar Yildiz kuştiye.
Piştî îfadeyan kujer Kayaalp ji aliyê heyeta dadgehê ve hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.