Bi deh hezaran Kurdistanî yên di li bajarê Dortmundê yê Elmanyayê, di 33yemîn Festîvala Çand û Ziman a Navneteweyî de kom bûn, bi dirûşma “Azadî û Demokrasî” soza têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan.
33yelîn Festîvala Çand û Ziman a Navneteweyî ku li bajarê Dortmûnê bi tevlêbûna deh hezaran Kurdistaniyan pêk hat bi coşeke mezin bi dawî bû. Mihrîcanê bi meşa “Azadî û Demokrasiyê” ya dirêj û daxuyaniyê bi dawî bû. Ciwanên beşdarî meşê bûn, li ser dikê peyamek dan û gotin: “Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo û gelê me, heta statûya gelê Kurd, mafên çandî bên misogerkirin û azadiya Rêber Apo pêk were, wê bidome. Îsal meşa me li vir diqede. Di çarçoveya paradîgmaya nû de, em ê têkoşîna azadiyê bidomînin. Banga me ji ciwanên Kurd re ye: Çand û nasnameya xwe biparêzin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû. Piştre Koma Govendê derket ser dikê. Bi performansa Tevgera Ciwan, Azad Rojhilat, Hussein Shaqooli (Şengal), Farzad Mehdi Nia (Hewraman) û Mustafa Demîr, festîval bi coş bi dawî bû.
Festîvala îsal diyarî fermandarên pêşeng ên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, Nûreddîn Sofî, Emîne Erciyes, Koçero Urfa û Bextiyar Gabar, hate kirin. Tevahiya rojê, wêneyên Şehîdên Azadiya Kurdistanê li qadê hatin bilindkirin. Cilên neteweyî yên rengîn ên jinan û eleqeya ciwanan festîval xemiland. Bi beşdariya girseyî ya jin, ciwan û zarokan, festîval bû mozaîka Kurdistanê û bi govendan bi dawî bû.