Enqere – Kurdên Anatoliya Navîn ku di dema Dewleta Osmaniyan de bi polîtikayên mişextkirinê ji bajarên Kurdistanê koçberî bajarên Tirkiyeyê hatin kirin, dîsa ziman û çanda xwe diparêzin.
Dewleta Osmaniyan di salên 1690an de ji bo guherandina demografî û senteza di nava netewan de polîtikayên mişextkirinê xistin meriyete. Di encama polîtikayên mişextkirinê de ji bajarên Kurdistanê gelek Kurd koçberî bajarên Tirkiyeyê hatin kirin û gelek Tirk jî koçberî bajarên Kurdistanê hatin kirin. Di nava demê de hejmareke mezin a Kurdan li Anatoliyaya Navîn kom bûn. Kurdên ku li bajarên weke Enqere, Kirşehîr û Konyayê bi cih bûn tevî ji ax û welatê xwe dûr ketin jî ziman û çanda xwe parastin. Kurdên li Anatoliya Navîn çanda Kurdistanê ya bi hezaran salan diparêzin û bi çand û zimanê xwe dijîn.
Kurdên li Anatoliyaya Navîn 18 sal in şahiya Xidir Elyaz li dardixînin. Cejna Xidir Elyaz ji aliyê gelên Mezopotamyayê vê bi hezaran sal in weke hatina biharê tê pîroz kirin. Cejna Xidir Elyaz di heman demê de di Ola Xirîstiyanan de jî xwedî wateyeke mezin e û ew jî weke hatina biharê Cejna Xidir Elyaz pîroz dikin. Lê li gor hîn lêkolînan ew cejn ji berê ve ji aliye gelên Mezopotamyayê ve tê pîrozkirin. Kurdên li Anatoliya Navîn jî ji bo parastina çanda xwe 18 sal in weke şahiyeke Xidir Elyaz pîroz dikin. Îsal jî li gundê Belçîkhîsar a navçeya Haymana ya Enqere şahiya Xidir Elyaz hat li darxistin. Welatiyên tevlî şahiyê bûn qala wateya şahiyê û mabesta wê kirin.
‘Ji bo piştgirî û yekitiya Kurdên Anatoliyaya Navîn’
Ji welatiyan Mahmût Başaran yek ji Kurdê Anatoliya Navîn e. Mahmût Başaran ku bi malbatî 500 sal berê li Amedê koçberî Enqere bûnê li vir jî ziman û çanda xwe parastinê. Mahmût Başaran ku ji eşîra Şêx Biziniyê bi devoka xwe ya Şêx Bizinî wateya şahiya Xidir Elyaz wiha anî ziman: “Di destpêke de tevlîbûn lewaz bû. Lê her ku çû mezin bû. Niha hemû Kurdên Anatoliya Navîn tên tevlî şahiyê dibin. Bi vê şahiyê Kurdên Anatoliya Navîn hev nasdikin, çand û zimanê xwe diparêzin. Armanc yekgirtiya Kurdên Anatoliya Navîn e. Li vir yekitî û piştgiriya Kurdên Anatoliya Navîn bi hev dû re derdikeve holê. Çend sal berê hat qedexekirin. Lê me bi israr xwest şahiya xwe li darbixînin û dawiyê de mecbur man qedexeyê rakin.”
‘Bi hev re hatina biharê pêşvazî dikin’
Welatiya bi navê Ayşe jî ji Eslê xwe Semsûrê ye. Ayşe jî di encama polîtikayên mişektkirinê de 300 sal berê bi malbatî koçberî Qirşehîrê kirinê. Ayşe jî cara yekem tevlî şahiya Xidir Elyaz dibe û ji ber tevlîbûnê kêfxweşiya xwe tînê ziman. Kurdên Anatoliya Navîn hemû jî li vir bi devoka xwe ya heremkî diaxivin û tevî vê yekê jî hevdû fehm dikin. Ayşe kêfxweşiya xwe ya şahiyê wiha vêgot: “Em li vir bi hev re xwarinan dixwin û lîstikan dilîzin. Em hevdû nasdikin. ^ahiya Xidir Elyaz wateya biharê ye. Em li vir bi hev re hatina biharê pêşvazî dikin.”
‘Ziman û çanda xwe diparêzin’
Ciwanê bi navê Yahya Sumer jî ji zarokiya xwe ve tevlî şahiya Xidir Elyaz dibe. Ew jî yek ji Kurdên Anatoliya Navîn e. Yahya Sumer ku bi cil û bergên xwe yên Kurdî tevlî şahiyê bi bû bi eslê xwe Semsûrê ye. Ew jî 300 sal berê koçberî navçeya Haymanayê bû ne. Yahya Sumer bi lêv kir ku ji bo ew bi van şahiyan ziman û çanda xwe diparêzin û axaftina xwe wiha domand: “Hemû Kurdên Anatoliya Navîn ji bo ziman û çanda xwe winda nekin tên li vir bi hev re şahiyê derdixînin. Wateya vê şahiyê bereketa biharê ye. Ew jî çandeke mezopotamyayê. Em jî dixwazin vê çandê biparêzin.”
Welatia bi nav Aşk Durmaz jî bi eslê xwe ji Dilokê ye. Ew jî 400 sal berê li navçeya 0slahiye ya Dîlokê koçberî Konyayê bû ne. Aşk Durmaz ku li Konyayê ji bo şahiya Xidir Elyaz hatiyê Haymanayê ev tişt anîn ziman: “Ew şahiya me Kurdan e. Em tên li vir bi hev re xwarin dixwin, lîstikan dilîzin. Em govend digerînin û şahiye li dardixînin. Bi vî awayî em ziman û çanda xwe diparêzin.”