Rejîma Baasê beriya 46 salan bi fermana “Paqijkirina xaka Iraqê” dest bi qirkirin û koçberkirina Kurdên Feylî kir. Tevî ku bi sedan hezar Feylî hatin qetilkirin û windakirin jî, hîna mafên wan nehatine nasîn û birîna wan nehatiye derman kirin.
Kurdên Feylî, wekî yek ji pêkhateyên resen ên Kurdistan û Iraqê, di dîrokê de rastî polîtîkayên herî giran ên asîmîlasyon, koçberkirin û qirkirinê hatin. Rejîma Baasê ya Iraqê, beriya 46 salan bi daxuyaniyeke nijadperest ku digot, “Vê pêkhateyê ji Iraqê derxînin da ku xak û hewaya Iraqê pîs nekin” dest bi operasyoneke berfireh a xespkirina mafan û qetilkirina Feyliyan kir.
Koka Feyliyan û erdnîgariya wan

Kurdên Feylî li derdora çiyayên Zagrosê bi cih bûne. Tê gotin ku navê ‘Feylî’ koka xwe ji peyva ‘Peylî’ digire ku tê wateya ‘reseniyê’. Lê di zimanê Erebî de ev nav hatiye guhertin û wekî Feylî hatiye nasîn. Feylî bi eslê xwe Kurdên Kelhur in û dîroka wan heta bi hezaran salan diçe.
Îro hejmara Kurdên Feylî di ser 3 milyonî re ye. Ew piranî li Îran, Rojhilatê Kurdistanê, li bajarên Loristan, Kirmanşan û Îlamê; li Başûrê Kurdistan û Iraqê jî li bajarên Mendelî, Zirbatiye, Bedre, Cesan, Xaneqîn, Kerkûk, Bexda, Koyê, Emara û Besrayê dijîn.
Ji welatîbûnê hatin derxistin

Piştî damezirandina dewleta Iraqê di sala 1924an de, bi zagona hemwelatîbûnê Kurdên Feylî wekî “welatiyên pileya duyem û sêyem” hatin qeydkirin. Ji ber ku mezhebê wan Şîa bû, desthilatdarên Iraqê ew wekî “pêkhateyeke biyanî ya ser bi Îranê ve” pênasekirin.
Ji ber ku Feyliyan di qada bazirganî û siyasetê de serkeftinên mezin bi dest xistin jî, bûn hedefa Rejîma Baasê. Di navbera salên 1969-1972an de nêzî 50 hezar Feylî hatin koçberkirin û derbasî Îranê bûn.
4ê Nîsanê: Destpêka tevkujiyê
Di 4ê Nîsana 1980an de, êrîşên sîstematîk ên li dijî Kurdên Feylî gihîştin lûtkeyê. Rejîma Baasê nasnameyên wan ji wan standin, mal û milkên wan talan kirin û hemû belgeyên wan ên fermî tune kirin.
Bi sed hezaran hatine qetilkirin
Di vê pêvajoyê de 22 hezar ciwanên Feylî yên temenê wan di navbera 11 û 30 salî de hatin windakirin. Sedam Hiseyîn fermanek derxist ku kesên hevjînên wan Feylî bin, divê ji hev cuda bibin. Li gorî daneyên Xaça Sor a Navneteweyî 400 hezar, li gorî hinek çavkaniyên din jî milyonek û 500 hezar Kurdên Feylî hatine kuştin an jî windakirin.
Piştî Baasê jî bêmafî berdewam dike
Piştî rûxandina rejîma Baasê di sala 2003an de, Kurdên Feylî ji ber tûnekirina belgeyên wan nekarîn vegerin ser mal û milkên xwe. Tevî ku di sala 2006an de bi yasaya hejmar 666 careke din mafê nasnameyê ji wan re hat dayîn jî, pirsgirêkên wan ên mîlkî û civakî nehatin çareserkirin.
Ji bo parastina çand û zimanê Feyliyan, di Adara 2014an de li Hewlêr û Silêmaniyê rêxistinên taybet hatin avakirin. Lê belê, Kurdên Feylî îro hîna jî wekî “pêkhateya ji bîrkirî” li bendê ne ku qirkirina li dijî wan wekî tevkujî were naskirin û mafên wan ên hatine xespkirin werin îadekirin. 4ê Nîsanê ji bo Feyliyan ne tenê rojeke bîranînê, di heman demê de roja daxwaza edaletê ye.













