Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê pêşniyaznameya koma DEM Partiyê ya navên gundan bi Kurdî were nivîsandin erê kir.
Li Bakurê Kurdistanê roj tuneye ku li ser zimanê Kurdî qedexe an jî astengkirin pêk neyên. Li Şirnexê ji aliyê Meclîsa Giştî ya Bajêr ve ji bo navên gundan bi Kurdî were nivîsandin biryar hat girtin.
Ji aliyê endamên Koma DEM Partiyê ya Meclîsa Giştî ya Bajêr ve di civîna îro de pêşniyaznameyek hat dayîn û di pêniyaznameyê de hat xwestin ku tabeleyên navên 237 gundên Şirnex û navçeyên wê bi Kurdî werin nivîsandin.
Pêşniyaznameya endamên meclîsê yên DEM Partiyê di dengdanê de hat erêkirin. Li gorî vê biryara Meclîsa Giştî ya Bajêr divê Walîtiya Şirnexê li ser tabeleyên têketina gundan navên gundan bi Kurdî û Tirkî binivisîne.













