Hevberdevka Komîsyona Kongreyê ya KURDÎGEHê Leyla Çakir anî ziman ku KURDÎGEH dê kongreya xwe li dar bixe û banga xwedîderketina kongreyê kir.
Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH), bi boneya kongreya xwe ya yekemîn pêk bîne, li avahiya xwe ya Taxa Serhadê ya li navenda Wanê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Her dem Kurdî, li her derê Kurdî” hat daliqandin û hevberdevkên komîsyona kongreyê cil û bergên Kurdî li xwe kirin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girîngiya zimanê Kurdî û ji bo kesên di rêveberiya nû de cih bigirin, bang li gelê Wanê kirin.
‘Xwedî derketina ziman cureyeke xweparastinê ye’
Hevberdevka Komîsyona Kongreyê Leyla Çakir di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku ziman nasnameya neteweyî ye. Leyla Çakir diyar kir ku hebûna gelan bi ziman pêk tê û wiha got: “Di demeke wiha de zimanê Kurdî girîngiya xwe dide li ber çavan û xwedî derketina ziman, cureyeke xweparastina herî hêjayî ye. Ji ber vê yekê zimanê Kurdî ne tenê di sazî û dezgehên ziman de, li her devereke qadên jiyanê di kolan, kûçe, tax, mal, dibistan û her derê de bibe kurdîgehek û bibe qada têkoşîna zimanê Kurdî.”
‘Serî li komîsyona me bidin’
Leyla Çakir destnîşan kir ku dê kongreya KURDÎGEHê li dar bixin û ev yek ji bo wan girîng e û got: “Piştgiriya gel ya ji bo komeleya me girîng e. Em ê di demeke nêz de kongreya KURDÎGEHê pêk bînin. Bila hemû zimanhez û dildarên zimanê Kurdî li derdorê KURDÎGEHê bibin xelek. Xwedî li zimanê xwe derbikevin û ala ziman bilind bikin. Ji îro û şûnde kesên ku dixwazin di rêveberiya KURDÎGEHê de cih bigirin an jî pêşniyariyên wan hebin, bila serî li komîsyona me bidin.”