Hevserokên DEM Partî, DBP û Leyla Zana beşdarî merasîma Salih Muslim bibin
Hevserokên DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, hevserokên DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û siyasetmedara Kurd Leyla Zana dê beşdarî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibin.
Merasîma cenazeyê endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim dê li bajarê Kobanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, û hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û siyasetmedara Kurd Leyla Zana dê beşdarî merasîma cenazeyê Salih Muslim bibin.
Her wiha dê hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç, hevberdevkên Têkiliyên Derve yên DEM Partiyê Ebru Gunay û Bedran Ozturk jî di nav şandeyê de cih bigirin.
Li Kobanê konu şînê hat danîn
Ji bo endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û hevserokê berê yê partiyê Salih Muslim, konê sersaxiyê li Qada Azadî ya bajarê Kobanê hat vedan.
Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, endamên rêveberiya Kobanê, partiyên siyasî û rêxistinên jinan danê sibehê berê xwe da bin konê sersaxiyê yê ji bo taziyeya şehîd Salih Muslim hatiye vedan û sersaxî ji malbata wî re xwest.
Dê sersaxî heta 2 rojan dewam bike.
Cenazeyê Salih Muslim li Qamişlo hate pêşwazîkirin
Karwanê cenazeyê Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim ji Tirbespiyê gihişt bajarê Qamişloyê. Cenazeyê Muslim bi slogan, “Şehîd namirin” û tilîliyan hate pêşwazî kirin.
Karwanê cenaze li benda kontorlê ya Nimetlî ya li deriyê rojhilatê têketina bajarê Qamişloyê ji aliyê bi sedan şêniyan, endamên saziyan û partiyên siyasî ve hate pêşwazîkirin. Girse bi hildana wêneyên Salih Muslim, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û PYDê pêşwaziya cenaze hate kirin. Di dema pêwazîkirinê de slogana, “Şehîd namirin” hate avêtin. Sibe wê li bajarê Qamişloyê merasîma oxirkirinê were lidarxistin û piştre cenaze dê ber bi Kobanê ve were rêkirin.
Ji PJAKê peyama sersaxiyê
Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) ji bo Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim peyameke sersaxiyê weşand. Di peyamê de hate gotin ku PJAK bi xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya têkoşerê dêrîn û kesayeta diyar a Kurd Salih Muslim bihîstiye. Li gorî peyamê, wefata wî ji bo gelê Kurd bi taybetî Rojavayê Kurdistan û tevgera azadîxwaz a Kurd xisareke mezin e.
‘Di destkeftiyên Rojava de kedek mezin da’
PJAKê diyar kir ku Salih Muslim yek ji kesayetên welatparêz û têkoşer bû ku di hemû şert û mercan de li kêleka gelê xwe rawestiye û di demên zehmet û êrişên dijmin de jî ji têkoşînê paş neketiye. Di peyamê de hate ragihandin ku Muslim rola girîng di pêşketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê û di bidestxistina destkeftiyên wê de hebûye û di demên êrişên rejîma Baas û çeteyên DAIŞê de hertim li cem gelê xwe cih girtiye.
‘Dê di dîroka Kurdan de her zindî be’
Di peyamê de hate gotin ku Salih Muslim mînaka welatparêzî û kesayetek têkoşer bû ku li ser rêya azadiyê bi rûmet û serbilindî pêngav davêje. PJAKê di dawiyê de sersaxiyê ji gelê Kurd, bi taybetî gelê Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê, PYDê, têkoşerên azadiyê û malbatên şehîdan re xwest û got ku bîranîna wî di dîroka gelê Kurd de wê zindî bimîne.
Rojava Salih Muslim pêşwazî dike

Piştî merasîma girseyê ya li deriyê Sêmalkayê, cenazeyê Salih Muslim ber bi bajarê Girkê Legê ve hate oxirkirin. Bi sedan şêniyên Girkê Legê ku li deriyê têketina bajar kom bûn, bi hildana alên PYD, Meclis Malbatên Şehîdan û Asayîşê û bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re pêşwaziya cenaze kir. Piştî Girkê Legê cenaze ber bi bajarê Çilaxa ve bi rê ket. Şêniyên Çilaxa ji bo pêşwazîkirina cenaze ber bi deriyê têketina bajar ve dimeşin.
Li Tirbêspiyê sedan Muslim silav kir

Şêniyên Tirbespiyê cenazeya şehîd Salih Muslim pêşwazî kirin. Karwanê Cenazeya Endamê Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim gihîşte bajarê Tirbespiyê û ji aliyê sedan kesî ve hat pêşwazîkirin. Şêniyên Tirbespiyê bi alên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn karwanê cenazeya Salih Muslim pêşwazî kir. Tê payîn karwanê cenazeyê Salih Muslim saet 15:00an de bigihîjê bajarê Qamişlo.
Dê sibe merasîma oxirkirinê li Staduyma Şehîdên 12ê Adarê ya bajarê Qamişloyê were lidarxistin û piştre ber bi Koobanê ve were rêkirin. Cenazeyê Salih Muslim dê li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê were veşartin.













