Kurdistanî li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava meşiyan Parlamentoya Ewropayê. Hevserokê KNKê Ahmet Karamûs diyar kir ku eger êrîş neyên rawestandin wê trajediya mirovahiyê çêbibe û xwest PEyê rola xwe bilîze.
Kurdistanî û dostên wan li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji Elmanya, Fransa û Hollandayê bi rê ketin û li bajarê Bruksel ê Belçîkayê kom bûn û êrîş protesto kirin.
Girseya ku li qada Porte de Namur li hev civiyan, pankarta ku bal dikşîne ser sûcên şer ên dewleta Tirk vekirin û alên YPG û YPJ’ê hilgirtin. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ji Parlamentoya Ewropayê meşiyan. Hevserokê KNKê Ahmet Karamûs diyar kir ku eger êrîşa nerawestin wê trajediya mirovahiyê çêbibe û xwest PEyê rola xwe bilîze. Di çalakiyê de ji bo saziyên Ewropayê yên ku ji êrîşên dewleta Tirk re bêdeng in peyam dan.
Parlementerê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostelt, Parlementerê Partiya Çep a Baskê Pernando Barrena axivîn û anîn ziman ku ew bi Rojava re ku li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe didin, di nava piştevaniyê de ne.
Nûnerê PYDê yê Ewropayê Fuat Omer jî destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk carek din DAIŞê zindî dike û got: “Divê hêzên navneteweyî û Parlamentoya Ewropayê bi awayekî cidî nêzî vê mijarê bibin.”
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus jî anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe tunekirina hebûn û nasnameya gelê Kurd û guhertina demografiya Rojava hedef digire. Karamus bang li Konseya Ewropayê û raya giştî ya Ewropayê kir û got: “Eger êrîş neyên rawestandin wê trajediya mirovahiyê çêbibe. Em bang li Yekîtiya Ewropayê dikin, eger rola xwe bilîze, li dijî êrîşên dewleta Tirk helwest bigire, trajedî û komkujiyên mirovahiyê dikarin bên rawestandin.