awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurtulmuş: Armanca komîsyonê avakirina xwişk-biratî û demokrasiyê ye

Enqere / AW

11 ÎLON 2025 - 15:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş di civînê 8an de axivî û anî ziman ku geşedanên Rojhilata Navîn girîngiya komîsyonê nişan dide û wiha got: “Komîsyona me berpirsyariyeke dîrokî digire. Em weke gelên herêmê mecbûr in yekîtiya xwe nîşan bidin.”

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclîsê hatibû avakirin civîna xwe ya 8an pêk anî. Di civîna 8an de Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cameweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkêrên Şoreşger (DÎSK), TURK-ÎŞ, HAK-ÎŞ, MEMUR-SEN, TURKİYE KAMU-SEN û BÎRLEŞÎK KAMU-ÎŞ wê bên guhdarkirin.

Rûniştina civînê bi axaftina Serokê Meclîse Numan Kurtulmuş re destpê kir. Numan Kurtulmuş bertek nîşanî êrîşa Îsraîlê ya li dijî Qatarê da û wiha got: “Îsraîlê êrişî Qatarê kir. Îsraîl bi vê êrîşê dibêje, ez dikarim li her welatî her kesî bikujim. DYA, çi baregehên wê hebin jî, ne gelên herêmê ne jî welatên herêmê nikare biparêze. Ev yek têkiliyeke dijminatiyê bi hemû gelên herêmê re nîşan dide. Ev êrîş divê hişyariyeke kûr ji bo me hemûyan e.”

Kurtulmuş li ser xebatên komîsyonê jî ev tişt anî ziman: “Komîsyona me berpirsyariyeke dîrokî girtiye ser milê xwe. Em weke gelên herêmê mecbûr in yekîtiya xwe nîşan bidin. Armanca komîsyona me ev e. Yekîtiya neteweyî, bi Tirk, Kurd û cihêrengiyên etnîkî û mezhebî re xwiş-biratiyê ava bike. Li Tirkiyeyê standartên demokrasiyê bilind bike û welatekî ku her kes bi azadî û ewlehiyê tê de bijî ava bike. Ev armanca sereke ya komîsyonê ye. Tirkiyeyeke bêteror wê bibe misogeriya herêmeke bêteror. Em jî ji bo ev xebat zû bigihêje encamê dixebitin.”

Piştî axaftina Numan Kurtulmuş nûnerên saziyên beşdarî civînê bûnê wê bên guhdarkirin.

Etîket: civînEnqerekomîsyonKurtulmuşKurtuş
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Balafira serfermandarê artêşa Lîbyayê li Enqereyê ket

Balafira serfermandarê artêşa Lîbyayê li Enqereyê ket

24 KANÛN 2025
Mûçeya asgarî ya sala 2026an diyar bû

Mûçeya asgarî ya sala 2026an diyar bû

23 KANÛN 2025
Civîna komîsyonê bi dawî bû: Pêvajoya komîsyonê hat dirêjkirin

Civîna komîsyonê bi dawî bû: Pêvajoya komîsyonê hat dirêjkirin

22 KANÛN 2025
Heyeta Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê û Wezîrê Dadê re hevdîtin bike

Heyeta Îmraliyê dê bi Serokê Meclisê û Wezîrê Dadê re hevdîtin bike

21 KANÛN 2025
CHPê rapora xwe teslîmî meclisê kir

CHPê rapora xwe teslîmî meclisê kir

18 KANÛN 2025
Ji bo pêşketina pêvajoyê aştiya navxweyî pêwîst e

Ji bo pêşketina pêvajoyê aştiya navxweyî pêwîst e

12 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

    ARŞÎV

    • KANÛN 2025 (472)
    • MIJDAR 2025 (501)
    • COTMEH 2025 (512)
    • ÎLON 2025 (484)
    • TEBAX 2025 (467)
    • TÎRMEH 2025 (582)
    • HEZÎRAN 2025 (463)
    • GULAN 2025 (577)
    • NÎSAN 2025 (468)
    • ADAR 2025 (540)
    • SIBAT 2025 (514)
    • ÇILE 2025 (594)
    • KANÛN 2024 (628)
    • MIJDAR 2024 (94)

    Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

    Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

    Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

    Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

    Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

    Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
    Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

    Telefon: +90 (532) 519 37 73

    E-mail: awelatnavend@gmail.com
    Malper: www.ajansawelat.com
    Twitter Youtube Instagram

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

    Encamek nîn e
    View All Result

    © 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne