• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
04 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Biryara DMMEyê ya der barê Demîrtaş de teqez bû

    Biryara DMMEyê ya der barê Demîrtaş de teqez bû

    Wesayîta polîsan li ser peyarêyê pêli welatiyekî kir

    Wesayîta polîsan li ser peyarêyê pêli welatiyekî kir

    Siyasetmedara Kurd Semra Guzel hat berdan

    Siyasetmedara Kurd Semra Guzel hat berdan

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Rewşa weşîya rojnameger Huseyîn Aykolî de tehluke  dewam kena

    Bijîşk ji ber enfeksiyonê nikarin Huseyîn Aykol şiyar bikin

    Rojnamegerê ku Che Guevara teşxîs kiribû wefat kir

    Rojnamegerê ku Che Guevara teşxîs kiribû wefat kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Biryara DMMEyê ya der barê Demîrtaş de teqez bû

    Biryara DMMEyê ya der barê Demîrtaş de teqez bû

    Wesayîta polîsan li ser peyarêyê pêli welatiyekî kir

    Wesayîta polîsan li ser peyarêyê pêli welatiyekî kir

    Siyasetmedara Kurd Semra Guzel hat berdan

    Siyasetmedara Kurd Semra Guzel hat berdan

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Rewşa weşîya rojnameger Huseyîn Aykolî de tehluke  dewam kena

    Bijîşk ji ber enfeksiyonê nikarin Huseyîn Aykol şiyar bikin

    Rojnamegerê ku Che Guevara teşxîs kiribû wefat kir

    Rojnamegerê ku Che Guevara teşxîs kiribû wefat kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kuştina qestîk

Rojger Botan / AW

6 ÎLON 2025 - 08:47
Kategorî: FORUM, MANŞET
A A
Kuştina qestîk ev rastiye ku civakê dixeniqîne. Mêtingerî, qirkirinên etnîkî û çandî, zexta sîstematîk a li ser jinan û talankirina xwezayê ku ji hêla şaristaniyê ve li ser navê pêşketinê tê kirin, hemû jî nîşaneyên vê kuştina qestîk in.

Rêber Abdullah Ocalan di her nivîs û perspektîfên xwe de têgîn û têgehên nû diafirîne û nemaze ev ji bona sosyolojî û dîrokê nêrînên nû derdixêne holê. Ev têgehên nû nîqaşên dîrokê nû dike. Lewre di her parêznameyên xwe de Rêber Ocalan ji bûyerên dîrokî re şîroveyên berfireh dike û her şîroveyên Rêber Ocalan pêwîst dike ku lêkolînên berfirehtir bên kirin.

Rêber Abdullah Ocalan di lêhûrbûnên xwe yê vê dawiyê de têgehek din dide nîqaşkirin. Vê wekî “Kujerê Qestîk” bi nav dike. Her dema ku Rêber Ocalan têgehek nû dide nîqaşkirin, vê ji aliyê dîrok, sosyolojî û mîtolojiyê ve digire dest. Di têgeha Kujerê Qestîk de jî heman tişt tê kirin. Kujerê Qestîk ji pergalek kesayetî zêdetir, dîsîplîna pergala dewlet û şaristaniyê vedibêje. Bingeha xwe ji kuştin û komkujiyên bi pergal digire. Her wiha pergala kujerê qestîk de civak, jin, xweza, zarok, karker û hwd. bi awayekê dijwar bi bişavtin, êrîşên bîrdozî û di encamê de komkujiya civakî re rû bi rû dimînin.

Gotina qest, bi taybetî ji bona ku civakên Hîndîstanê bên naskirin, tê zanîn. Di ingilîzî de “caste”, di portekîzî de “casta”, di sanskirîtî de “varna” û “jãtî” û di erebî de jî “qesd” tê gotin. Ev hemû vebijêrk tên wateya “kok, çîn, plan, armanc û nîyet” ê. Rêber Ocalan jî vê têgehê li ser pergala çîn, hîyerarşî û dewletê bikar tîne. Ango ev pergal bi plan, pergal û armancekê qetlîam û komkujiyan organîze dike û bi vî rengî serweriya xwe ya di nava civakê de ava dike.

Binavkirina dewletê ya wekî “kujerê qestî” ne tenê nîşan dide ku ew di kêliyên zext an jî tundûtûjiya demkî de kuştinê dike, hebûna wê bi xwe jî sîstemek hilberîna mirinê ye. Ev ne kuştinek asayî an jî bêserûber e; ew kuştinek bi plan û pergal pêk tîne. Li gorî Rêber Ocalan, pergala çîn, serdestiya mêran û serdestiya ku bingeha dewletê ye, mekanîzmayek qestî ye û hemû derfetên xwe li dijî tunekirina civaka demokratîk bikar tîne.

Ev perspektîf bi têgehên di berhemên berê yên Rêber Ocalan de hatine gotin. Rêber Ocalan dibêje “Dîroka şaristaniyê dîroka kuştina jinan e,” û ew di rastiyê de behsa komkujiya yekem û herî kûr a dewletê dike. Dîsa, bi hevoka “dewlet yekdestiya tundûtûjiyê ye” teqez dike ku tundûtûjî ne tenê amûrek e, lê tiştek ferze ji bona hebûna dewletê. Têgeha “kuştina qestîk” van ramanan hîn bêtir germtir dike û dewletê ne tenê wekî amûrek yê tundûtûjiyê binav dike, tevî vê wekî hebûnek ku tundûtûjî bi xwe ye nîşan dide.

Kuştina qestîk ev rastiye ku civakê dixeniqîne. Mêtingerî, qirkirinên etnîkî û çandî, zexta sîstematîk a li ser jinan û talankirina xwezayê ku ji hêla şaristaniyê ve li ser navê pêşketinê tê kirin, hemû jî nîşaneyên vê kuştina qestîk in. Rêber Ocalan ji ber wê jî şaristaniyê ne tenê wekî rêxistinek aborî an siyasî dibîne, di heman demê de wekî pergalak dij-mirovî û dij-civakî dibîne.

Di vê xalê de, ev têgeh ji bo nîqaşên hemdem jî girîng in. Modernîteya kapîtalîst, bi şerên xwe yên wêranker, karesatên ekolojîk û civakî rûyê hemdem ê kuştina qestîk eşkere dike. Her wiha kuştina bi hezaran mirovan, zexta li dijî kedkar û karkeran, kuştinên jinan û mirina koçberan dîsa rûyê vê pergalê ya rast nîşan dide.

 

Nîqaşên Rêber Ocalan ên li ser vê mijarê nîşan dide ku dewlet û şaristanî ne pergalên pêşketina civakî, siyasî, çandî, aborî û hwd. dine, berevajiya wê ew, pergala kuştinê ye ku modelên demokratîk û aştiyane asteng dike. Bi “kuştina qestîk” Rêber Ocalan behsa pergaleke bi organîze dike ku hemû nirxên mirovî û çandî dorpêç dike.

Di encamê de kuştina qestîk têgehek nû ye ku ji bona pergala dewlet û şaristaniyê bên zanîn. Bi vê têgehê Rêber Ocalan rûyê dewleta kujer a pênç hezar salan bi awayekê berfirehtir nîşanî me dike. Her wiha bi vê têgehê pirsa heta kengê dê civak bi vê pergalê re bijî, tê bîra mirov. Ji bona jiyan û civakek azad û statuyek demokratîk pêwîstî pê heye ku ev pergala kujer demildest bê derbaskirin.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Biryara DMMEyê ya der barê Demîrtaş de teqez bû

Biryara DMMEyê ya der barê Demîrtaş de teqez bû

3 MIJDAR 2025
Wesayîta polîsan li ser peyarêyê pêli welatiyekî kir

Wesayîta polîsan li ser peyarêyê pêli welatiyekî kir

3 MIJDAR 2025
Siyasetmedara Kurd Semra Guzel hat berdan

Siyasetmedara Kurd Semra Guzel hat berdan

3 MIJDAR 2025
Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

3 MIJDAR 2025
Rewşa weşîya rojnameger Huseyîn Aykolî de tehluke  dewam kena

Bijîşk ji ber enfeksiyonê nikarin Huseyîn Aykol şiyar bikin

3 MIJDAR 2025
Vate Dîyarbekirî ra Atolyeya Ziwanî ya Kirmanckî

Vate li Amedê atolyeya zaravayê Kirmanckî dide destpêkirin

3 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (50)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne