Şirnex – Cotkar ji ber bihabûnê mazot, gubre û tov êdî nikarin cotkariyê bikin. Buhayê gubreyê û mazotê li gorî sala par 2 qat zêde bûn e, lê berhemên wek genim, nîsk, ceh biha nebûn. Cotkar Bedrî Ozmen bi gotina; “Lêçûn zêde ye lê hatin kêm e” bertek nîşan da û xwest piştevaniya wan bê kirin.
Mirovahî piştî derbasî jiyana xwecihî bû û şaristanî pêş xist, dest bi karê çandiniyê kir. Yek ji pîşeya yekem a pirovan karê çandiniyê ye. Kurdistan ku warê şaristaniyê ye, ewil tov li vir hatiye çandin. Cotkarî û çandiniyê li vir dest pê kiriye. Lê îro çandinî û cotkariya hezaran salan di xeterê de ye. Li Kurdistanê çandinî her ku diçe kêm dibe. Qirîza aborî weke hemû qadên jiyanê bandoreke mezin li ser cotkaran jî dike. Cotkar êdî nikarin bi çandiniyê debara xwe bikin û dest jî çandiniyê berdidin. Kêmbûna çandiniyê bandor li ser bêtir qeyranê kûr dike.
Lênçûn duqat zêde bû
Li Kurdistan û Tirkiyeyê lêçûna cotkaran her sal zêde dibe. Lê berhem jî erzan dibe. Lîtreya mazotê sala par 30 TL bû û îsal 46 TL ye. 50 Kîlo gubrê sala par 850 TL bû û îsal bû ye hezar û 570 TL. Lê li aliyê din berhemên cotkaran erzan dibe. Sala par tona kayê 3.500 TL bû, îsal daket 2.500 TLyî. Lêçûn zêde bû, lê berhem erzan bû. Ew jî dibe sedem ku cotkar dev jî çandiniyê berdin. Her wiha ji ber guherîna demsal û av hewayê û kêmbûna baranê jî bandor li çandiyê dike. Li Şirnexê ji ber barana kêm berhemên çandiyê yên cotkaran jî zû hişk bûn. Cotkaran îsal zerar dît. Cotkar Bedrî Ozmen ku li gundê Zirîstê yê navçeya Silopiyayê ya Şirnexê çandiniyê dike diyar kir ku wî zerar kiriye.
‘Genim zû hişk bû’
Bedri Ozmen anî ziman ku nebarîna baranê bandoreke mezin li ser çandiyê kir û got: “Îsal hilberîn xerab bû. Îsal tu baran kêm bû. Em bi qanalên avê yên ku giredayî Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) zeviyên xwe av didin. Tevî me av da jî hilberîneke baş derneket. Ji ber ku baran nebarî genim jî zû hişk bûn. Li tevahî gund nezî 400 hezar donum erd heye. Tenê karê genim nakimn. Fistik û pembû jî diçînin. Lê bi gelemperî genim me çandiyê lê kar dernexist. Em av didin yên ku derfeta wan a avê tune bû ye qet nekarin erdên xwe biçinin jî. Gelek cotkaran bîçer nebirin nava erdên xwe. Me dîsa av dabû tevî me av dabû jî hilberîn kêm bû. Yên ava wan tune bû, rewşa wan hê xirabtir e.”
‘Lêçûn zêde ye’
Bedrî Ozmen bertek nîşanî bihabûna lêçûnê da û got: “Lêçûn biha dibe. Lê hilberînên me erzan dibin. Cotkar nikare heqê lêçûnan derxe. “Hertişt biha bû. Tov, gubre û mazot biha bûye. Lê berhemên wan heqê mazot, gubre û tov dernexistiye. Ji bilî hilberîna me her tişt biha bûye. Lêçûn zêde ye lê hatin kêm e. Welatê me welatekî bi bereket e. Berê li vir hertiş şîn dibû. Lê niha bereket nemaye. Birîna daran jî bandor li ser barîna baranê dike. Berê pembû diçandin tevî derman nedikirin jî hilberîna wê demê li gor niha 2 qat zêde ye. Tevî niha em derman û gubrê dikin jî hilberîn kêm e. Berê bihabûn jî tune bû. Niha lêçûn pir e. Lê hilberîn kêm e. Berê debar li ser çandiniyê bû lê niha bi çandiniyê tu debar nabe.”
‘Em dixwazin alîkariyê bidin cotkaran’
Di dawiya axaftina xwe de Bedrî Ozman bi lêv kir ku weke cotkar daxwaza wan ew e ku bihabûn kêm bibe û got: “Daxwaza me ev e ku ew bihabûn kêm bibe. Hilberîna cotkaran jî weke genim niha 13 hezar nîv fiyat danê. Lê divê kîloya genim zêdeyî 20 tl be. Hertiş 2 qat zêde bûye. Ji bilî hilberîna cotkaran her tişt buha bûye. Fistiq jî erzan in. Ji ber wê yekê cotkar betal in. Em dixwazin alîkariyê bidin cotkaran. Erdê me bi bereket in. Lê niha hilberîn nabe. Heke ew erd ne yê me bi xwe bin, em ê êdî çandiniyê nekin. Cotkar êdî zerarê dikin.”