Leşkeran bi ser gundê rojnamevan Nazim Daştan ê ku li Rojava di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da de girt û destûr nedan ku xizmên wan şînê dînin.
Malbat û xizmên rojnamevan Nazim Daştan ê li Rojava di êrîşa balafirên şer (SÎHA) yên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da, xwest li Gundê Dubeklî yê navçeya Giyadînê şînê dînin. Leşkeran bi ser mala şînê de girtin û destûr nedan ku xizmên Daştan şînê dînin. Leşkeran destûr nedan ku malbat li cihê şûnê mase û kursiyan dinin. Malbata Daştan xwestin li hewşa mala xwe kon vedin, lê disa destûr nedan. Leşkeran gund û polîsan jî bajar dorpêç kirin û li herêmê rewşa awarte (OHAL) îlan kirin. Polîsan li pêş avahiyên DEM Partiyê jî maşîneyên zirxi bi cih kirin û zextên derûnî li ser mirovan dike.