Leşkeran bi ser gundê Kêlesî yê navçeya Liceyê de girtin û gef li malbata Onkol xwarin û gotin: “Careke din em bên em ê gorên endamên PKKê xira bikin.
Leşkeran heta niha li navçeya Licêyê ya Amedê gelek gorên gerîlayên PKKê xera kirin. Leşkerên TSKê nava rojê bi ser gundê Kêlesiyê yê navçeya Liceyê de girtin. Leşkeran gef li malbata Onkol xwarin û gotin ‘Em careke din bên emê gorên endamên PKKê (Azîze Onkol (Dîcle Avaşîn) û Rojhat Onkol (Laşer Çem) xera bikin. Eger hûn kêlên goran neşkînî em ê werîn bişkînin.”
Piştî gefê malbata Onkol bertek nîşanî leşkeran dan û gotin: “Li aliyekî hûn dibêjin aştî, lê li aliyê din hûn êrişî goristanan dikin. Aştî bi vî rengî nabe.”