Hat zanîn ku du welatiyên ji Sûriyeyê hewl didan bi ser Kobanê re derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Hate ragihandin ku leşkerên Tirk bi rengekî hovane îşkence li her du welatiyan kiriye û welatiyek bi îşkenceyê hat kuştin.
Li gorî nûçeya ANHAyê; Du welatiyên ji Sûriyeyiyê hewl didan ji sînorê Kobanê derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin. Hat diyarkirin ku her du welatî ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatin girtin.
Di encama îşkenceya hovane ya leşkerên Tirk de Mûhammed Helef Rebîha jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Rebîha ji bajarê Hamayê bû û li Reqayê dima û welatiyê din jî ku hat girtin birîndar bûye.