Amed – Hevseroka KCDê Leyla Guven diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 30 salin li muxataban digere û got: “Banga Birêz Abdullah Ocalan bê şik û bêguman dê êşa sedan salan aş bike.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya giştî ya cîhanê re parve kir. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî manîfestoya sedsalê hat pênasekirin. Bi sedan siyasetmedar, niviskar û rewşenbiran piştgirî da peyama Abdullah Ocalan. Nûnerên dewletan piştgirî dan banga Rêber Abdullah Ocalan Hemû pêkhate û nûnerên gelê kurd piştgiriya xwe ya peyamê anîn ziman. Yek ji siyasetmedarên girtî ku piştgirî da peyama Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan jî siyasetmedar Leyla Guven e. Leyla Guven di 22ê Kanûna 2020an de hat girtin. Leyla Guven berê jî gelek caran hatibû girtin û herî dawî 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Leyla Guven ku niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtî ye, têkildarî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxandin kir. Leyla Guven ewil gotina Rêberê Gelê Kurd a ‘PKK; di sedsala 20an, sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû” bi bîr dixe û van nirxandinan dike: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan dike ku di 50 salên xwe yên têkoşîne de nêzî 30 salên xwe, bi lêgerîna maxatabekî-ê derbas kir. Birêz Abdullah Ocalan bi dehan caran bi wesîleyên cuda ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ bi raya giştî re parve kir. Li gel şertên giran ên tecrîdê di sala 2019an de piştî greva birçîbûnê, di hevdîtina bi parêzeran re got ‘Ez sekna xwe ya li ser esasê aştiya bi rûmet, bi rêbaza muzakereyên demokratîk diparêzim. Ez ji bo siberojê bi hevî me. Ez bi xwe bawer im. Ya girîng û esas çanda têkoşîna demokratîk e.”
Leyla Guven, destnîşan dikeku kî dixwaze dikarin van nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji çapemeniyê bişopîne û wiha li nirxandinên xwe zêde dike: “Kesên dibêjin ‘Çi bû ku Abdullah Ocalan ev daxuyanî da? daxuyaniyên wan ji rastiyê dûr in û fedeyê li tu kesî nakin. Gelê kurd şahidê herî zindî yê vê legerîna Rêber Abdullah Ocalan a muxataban e. Herî dawî di Newroza 2013an de banga dîrokî kir. Vê daxuyaniya Birêz Ocalan bandoreke ku qet neyê ji bîrkirin li ser civakê kir. Ji ber ku yekem car navê pirsgirêkê rast pênase kir û heviya aştiyê pêş xist. Vê banga Birêz Abdullah Ocalan a 2013an di serî de li ser gelê kurd û hemû kesên aştiyê dixwaze moralekî pir mezin ava kir. Lê mixabin pir dirêj berdewam nekir. Piştî banga çareseriyê gavên hikûmete avêt tê zanîn.”
Hemû temenê xwe ji bo çareseriyê bexşandiye
Leyla Guven, dide zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta berxwedan û çareseriyê ku navenda wê Îmraliye ava kir û wiha dirêjî dide nirxandinên xwe: “Birêz Ocalan firsenta herî biçûk jî bi awayekî herî baş nirxand. Piştî tecrîda mutlaq a nêzî 5 salan, herî dawî di 27ê Sibatê de daxuyaniya ku wekî “Manîfestoya aştiyê” ye, cewherê herî şênber a hewldanên wî ya ji bo aştiya demokratîk e. Bê şik û guman ev bang dê êşa sedan salan aş bike. Aşkere kir ku di ronahiya nirxên gerdunî de, jiyaneke nû ya hevpar û azad pêkan e. Hemû kesên bi aqilê selîm tev digerin, dizanin ku ev vîn hêjayî rêzdariyê ye. Hemû temenê xwe ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bexşandiye. Em qala mirovekî canfeda yê ku tu daxwaz û tesarufên wî yên tekakesî tune ye dikin. Têkoşîna gelan, her dem li gorî şert û mercên serdema ronensê digire dest û li çareseriyê digere. Ji guhertinên radîkal xwe nade paş. Em qala rêberekî ku her dem şertên herêmî û rastiya gerdûnî dide ber hev û hevsengiyê saz dike, dikin. Ji aliyê rêxistinê ve gotinên wî bi nirx in. Rêberekî ku bi milyonan kes wî wekî rêberê xwe dibînin e. Birêz Ocalan dibêje ‘Çermsor nabêjin ‘Ez ji te hez dikim.’ Dibêje ‘Ez fam dikim’ Ji ber ku famkirina mirovan tê wateya hezkirina mirovan e. Em jî wekî gelê kurd hem ji Rêberê xwe hez dikin û hem jî wî fam dikin.”
‘Abdullah Ocalan cihekî taybet da jinê’
Li ser tekoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê Leyla Guven wiha dibêje: “Helbestkar dibêje ‘Birînên min beriya ku ez ji dayik bibim hebûn, ji bo bedena min wan di xwe de bigerîne ji dayik bûme.’ Jina kurd jî di sed salên dawî de hemû cureyên êşan bi awayekî herî giran jiyan e. Hem li dijî nasnameya wan a neteweyî û hem jî li dijî nasnameya wan a zayendî tundiyek pir dijwar pêş ket. Têkoşîna li dijî van tundiyan ne hêsan bû. Dema rewş wisa bû, helbestvan û dengbêjan ew di helwest û starên xwe de neqişandin. Gotina Ahmet Arîf a ‘Adîloş bebe’ vê rastiyê bi belge dike. Birêz Ocalan ku lêgerîna jinên kurd a azadiyê dît, vê rastiyê li ser rastiya malbata xwe analîz kir û xeta têkoşîna jinan ava kir. Di hemû şoreşên cîhanê de li ser têkoşîna milê jine lêkolîn kir. Di lêgerînê de destnîşan kir ku di şoreşên cîhanê de milekî kêm maye heye. Ji ber vê yekê di nava têkoşîna tevgera azadiyê de ji bo jinan cihekî taybet vekir. Bi gotina ‘Heta jin azad nebe, civak azad nabe’ Bîrdoziya Rizgariya Jinê pêş xist. Eger îro jina kurd di her qada ku têde cih digire, bi vîna azad tev digere, eger bi biryar, wêrek û bi vîn tev digere, mîmarê vê yekê Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê em jinên kurd, roja ku me têkoşîn nas kiriye, em vê rojê ji bo xwe wekî roja rojbûnê pênase dikin. Tam di arîfeya 8ê Adarê de ev daxuyaniya dîrokî hate kirin. Em li vê bangê xwedî derdikevin. Ji bo ev bang bigêje armanca xwe em ji dil û can soz didin ku em ê têbikoşin. Zindan yek ji qadên ku herî zêde Serok fam dike ye. Ji ber vê yekê jî yê herî zêde wî fam dikin dê têbikoşin.”
‘Banga Abdullah Ocalan ji bo dewletê şensa dawî ye’
Leyla Guven bi gotina “Em jinên kurd ên girtî jî, me dizanibû ku di çarçoveya guhertin û veguhertina hevsengiyên cîhanê de, Rêber Abdullah Ocalan dê pêngaveke nû pêş bixe.” balê dikişine ser banga Abdullah Ocalan û wiha lê zêde dike: “Wî bi van pêşdîtinên radîkal û pêngavên pratîk tevger anî van rojan. Me jî gelek caran ev gavên wî an dereng fam kir, an jî kêm fam kir. Ji ber kêm û dereng famkirinê me ev banga wî ya dîrokî ya 27ê Sibatê bi ruhekî xemgîn pêşwazî kir. Sedema xemgîniyê ya herî muhîm jî, ji ber ku ew hêj girtî ye, em mahcup bûn. Sedema xemgîniya din jî piştî salan me wêneyê wî dît. Me dît ku temenê wî pir mezin bûye. Vî dîmenî hişt ku em hestewar bibin. Piştî me ew wêneyê wî dît, hêsir ji çavên me herikîn û me nekaribû baş li bangê guhdar bikin. Her hevalek ji me derbasî menzela xwe bû û me li korîdoran hev hembêz kir û em giriyan. Lê bêguman me zû xwe komî ser hev kir. Em dîsa çûn pêşberî televîzyonê rûniştin. Me di bangê de dît ku pêşdîtinek pir kûr heye. Tê dîtin ku Rêber Abdullah Ocalan muxatabên ku bi salan li wan digere dîtine û dixwaze di vê mijarê de têkoşîna me derbasî pêngaveke nû bike. Dîsa tê dîtin ku muxatab jî dibînin di çareseriya pirsgirêka kurd de Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan şansa dawî ye.”
‘Her dem mezinantî ji destê xwe berneda’
Leyla Guven, diyar dike ku di vê pêvajoya borî de gelek êş çêbûn û wiha dibêje: “Xwezî berpirsiyarên van êşan rexneyên xwe bidana. Lê ev ne pekan e. Lewra qebûlkirina kêmasî û şaşiyên xwe, mezinantî û erdemî ye. Rêber Abdullah Ocalan her dem ev mezinantî û erdemî ji destê xwe berneda. Raste êdî ji bo siyaseta demokratîk çalak pêş bikeve, hêz û têkoşînek nû lazim e. Herî kêm divê mirov bi qasî Leyla Qasim, Sara, Zîlan, Bêrîtan, Arîn, Asya Elî, Rojgeran wêrek û û girêdayî be. Tê zanîn ku têkoşîna me xwe gîhandiye milyonan kesan. Bi milyonan kes teminata azadiyê ne. Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hêj pir nû ye. Em baş dizanin ku ji bo her hevok û xêzekê bi rûpelan nivîs hatiye nivîsandin. Ji bo mirov têkeve hişmendiya vê guhertina stratejîk û wê baş fam bike, pêdivî bi demê heye. Hemû kesên ku tarza Rêbertiyê zanibe, dizanin ku hemû hûrguliyên vê mijarê li gorî nexşerêyekê xêz kiriye. Lê em dixwazin vê berpirsiyariyê bi wî re parve bikin. 3 hevalên li giravê bi qasî ji desetê wan tê piştgiriyê didin. Rêber Abdullah Ocalan berê gotibû ‘Hûn ji min bêtir wêrek in. Hûn xwedî hêz in ku di aliyê hiş û ruh de min derbas bikin. Divê ji niha û şûnde ev ruh û hêz xwe biherikîne siyasetê. Mîsyona zindanan heye. Ez 24 saetan li ser xwe hûr dibim. Xwe pêş dixim. Ez rojê 10 caran xwe derbas dikim (nû dikim)… Em jî dibêjin yek ji kesên herî muhîm ku yê vê pirsgirêka sedsalê çareser bike Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê jî em dixwazin şert û mercên wî bêne avakirin. Yên ku dewletê temsîl dikin û muxatabê meseleyê ne, divê bi lez şertan rast bikin û azadiya fizîkî mîsoger bikin. Rêber Abdullah Ocalan êdî 75 salî ye. Divê temenê wî û tenduristiya wî li ber çavan bên girtin û divê şertên wî bêne başkirin.”
‘Ji bo xwe tiştekî naxwaze’
Leyla Guven, destnîşan dike ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 26 salên girtî de ji bo xwe tu tişt nexwestiye û wiha berdewam dike: “Lê em azadiya wî ya fizîkî dixwazin. Hemû pêkhate û aliyên kurd bê şert û merc li banga Rêber Abdullah Ocalan xwedî derdikevin. Ji ber vê yekê divê mirov vê bangê wekî serkeftina herî mezin pênase bike. Ez bawerim êdî her kes bêtir hev nas dike. Hemû pêkhateyên tevgera azadiyê jî heman tiştî dibêjin. Hemû dibêjin bila ji bo Rêber Abdulah Ocalan şertên çareseriyê bêne avakirin. Hemû pêkhate dixwazin berê deng û rengê wî bi dîmen bibînin û piştre divê bigêje azadiya fizîkî. Divê hemû raya giştî zanibin ku di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên polîtîk tu tiştî ji bo xwe naxwazin. Eger li girtekên Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehan bê nerin, dê bi hêsanî ev berxwedan bê dîtin. Hevalên me yên 30 salên xwe li girtîgehê derbas kirine dibêjin ‘Em qet ne poşman in. Em tu cari poşman nabin.’ Ji ber dibêjin ‘Rêber Abdullah Ocalan rêberê min e’ bi salan zêdeyî cezayên xwe girtî têne girtin. Ji ber vê yekê divê êdî kes girêdana me ya bi Rêber Abdullah Ocalan re nepîve. Bila tenê li belgeyan binerin. Tişta ji bo me sereke azadiya fizikî ya Rêberê me ye.”
Leyla Guven, nêzîkatiya dewletê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha şirove dike: “Bêguman rêveberên dewletê, dizanin ku di serî de mînaka Efrîqa Başûr (Mandela) di hemû çareseriyên piştî şer metafora fermuarê ye. Divê li hemberî hev gavên ku baweriyê didin hev bavêjin. Wekî Rêber Abdullah Ocalan jî got ‘Gavên siyasî û hiqûqî” dê wekî katalîzorê hêz û rista çareseriyê pêş bixin. Eger pratîkên berê dubare bibin, dê hemû welat û hemû kes winda bike. Tenê kurd winda nekin. Dê gelê Tirkiyeyê winda bike. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ‘Wekî nîşangeheke dîrokî Kurd bêyî tirk, Tirk jî bêyî Kurdan nabin. Eger dema li Mezopotamyayê Kurd hatin tunekirin, dê dor bê Anatoliya yê. Li Anatoliyayê li ser navê tirkan tiştek namîne. Hebûn û hêzkirina kurdan, dê bibe sedema hebûn û hêzbûna tirkan. Divê her kes li gorî vê rastiyê tev bigere. Ev yekîtiya gelê kurd û tirk, dê li tevahiya Rojhilata Navîn rê li pêşiya jiyana hevpar a aştî û demokratîk a gelan veke.’ Bi rastî jî piştî van gotinan, mirov nikare gotinek din zêde bike. Ev tespît bi salan berê hatine kirin. Îro jî ev tespît rastî û nûjeyina xwe diparêze.”
Heri dawî Leyla Guven gotina wekî encam bi van gotinan tîne ziman: “Tişta ku dikeve ser milê kurd û tikan, divê li vê banga dîrokî xwedî derkevin. Dîsa ji bo ev bang têkeve meriyetê kî çi ji destê wan tê divê zêdetir bikin. Divê îsal hemû xebat û çalakî li ser vî esasî bêne kirin. Divê 8ê adarê û 21ê Adarê bibe serhildranên aştiyê. Divê jinên kurd û tirk pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Divê jin bi rêgeza “Ne tenê jiyan, jiyandin jî pir girîng e” li qadan deng û awazên xwe bilind bikin. Divê em qad û kolanan bi ‘Jin Jiyan Azadî’ bihejînin. Ev hêz û wêrekiya me jî heye. Zimanekî nû, pratîkek nû pêwist e. Bi vê hestê ez hemû hevalên me yên bûn stêrk û hiştin em bigêjin van rojan slav dikim.”