Li 2 bajarokên Hesekê yên di bin kontrola hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de 2 moşek ketin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku 2 moşek li 2 bajarokên gundewarê Hesekê ku di bin kontrola hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ketin.
SOHRê destnîşan kir ku moşek li derdora herêmên Til Xexal û Til Birak ên Hesekê ketin. Ev ketina moşekan hemwextî êrişa li dijî baregeha Xerab El Cîr a li Rimêlanê pêk hat.













