Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li navçeyên Bayrampaşa, Kadikoy, Bahçelîevlerê, Umraniye û Başakşehîrê Newroz pîroz kir.
Newroza îsal bi dirûşma “Newroza azadî û yekîtiya demokratîk” tê pîrozkirin. Piştî ku di 11ê Adarê de starta Newrozê hate dayîn her şev li gund, tax, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Newroz tê pîrozkirin. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê jî li navçeyên Bayrampaşa Parka Fatîhê, Kadikoy, Bahçelîevller Taxa Zafer Cihê Pazarê, Umraniye û Başakşehîrê Newrozê pîroz kir.
Li Kadikoyê Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Altan Çinar bi karkerên paşve veguhestinê re Newroz pîroz kir û karkeran vexwend Newrozê.
Li her navçeyê agirê Newrozê bi coş hate pêxistin. Dema agir hate pêxistin gel bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” berz kirin.
Pîrozbahiyên navçeyan bi gerandina govendan bi dawî bû.













