• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li A.K. ya 16 salî xistin û ‘lêgerîna tazî’ lê ferz kirin

Mansur Kuyumcu /AW

13 SIBAT 2026 - 10:23
Kategorî: DARAZ, JIN, MANŞET
A A
Li Îzmîrê A.K. ya 16 salî ji ber dîmena hûnandina pora xwe li ser hesaba xwe parve kiribû, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hat girtin û îtîraza li dijî girtina wê jî hat redkirin. Bavê wê Halît K. got ku polîsan bi darê zorê xwestin keça wî bibin, zext li wê kirine, di girtîgehê de lêgerîna tazî li keça wî ferz kirine û lê xistine.

A. K. ya 16 salî li Îzmîrê bi hinceta ku vîdeoya honandina pora xwe li ser medyaya dîjîtal parve kiriye hat binçavkirin. A.K bi îdiya “propagandaya rêxistinê” hate girtin û wê şandin Girtîgeha Zarokan a Şakranê. 39emîn Dadgeha Cezayê ya Asliyeyê ya Îzmîrê Îtiraza OHDê ya ji bo berdana A.Kyê kiriye bi hinceta “biryar li gorî kanûnan e” hate redkirin.

Bavê A.Kyê Halît K. derbarê çavdêriyên xwe yên dema bi keça xwe ya di girtîgehê de ye re hevdîtinê kiriye û tiştên ku ser keça wî hatine gotin ji Ajansa Welat (AW) re parve kir.

‘Qebûl nekirin em bi xwe bibin emniyetê’

Halît K. da zanîn ku li dora saetên nîvro du polîs hatine mala wan, pirsa keça wan ji wan kirine, dema wan sedema hatinê ji polîsan pirs kirine jî polîsan bersiva, ‘Keça we li ser hesaba xwe yê medya dîjîtal tiştek parve kiriye ji ber wê divê em wê bibin midûriyeta polîsan da ku îfadeyê bide’ û têkildarî mijarê wiha got: “Me ji wan re got hûn biçin, ev zarokeke 16 salî ye, ne pêwîst e ku hûn wê bitirsînin. Em ê bi deste xwe bînin emniyetê, piştre çi pêwîst e bikin. Lê qebûl nekirin û pirsa dibistana wê kirin da ku biçin keça min bigirin. Wê demê jî ji ber ku dibistana wê di çarçoveya pêşbirkekê de keça min şandibûn dibistaneke din, li dibistana wê ew nedîtin û kurê min çû keça min bir emniyetê û teslîmî dewletê kir. Niyeta wan ew bû ku di nav hevalên keça min de keça min bigrin û wê rencîde bikin.”

‘Emniyet dixwest bi xwe parêzerekê peywirdar bike’

Halît K. diyar kir ku emniyetê demildest ew şandin dozgeriyê û li emniyetê jî tundiyeke derûnî li ser wan dane meşandin da ku parêzereke bi dilê xwe peywirdar bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema parêzerê me di rê de bû gelek caran zext li ser me kirin û gotin dozgerî li benda me ya ka wê kengî parêzerê we were. Li gel ku me nedixwest parêzereke ku em nas nakin peywirdar bikin, jî serê kêliyê emniyetê carekê teklîfa parêzereke din li me kirin.”

‘Ferman çawa hatibe wisa tevgeriyan’

Halît K. destnîşan kir ku çûna keça wê ya Emniyetê, birina wê ya ber dozgeriyê û sewqkirina dozgeriyê ya ber bi dadgehê ve bi lez û bez hate pêkanîn û derbarê wê pêvajoyê de gotinên xwe wiha domand: “Çawa ferman ji jor ve hatibe wisa tevdigeriyan. Mirov digot demildest dixwazin fermanê bi cih bînin. Di nava 2 saetan de biryar dan ku keça min girtî bê darizandin. Em tevî parêzerê xwe matmayî man. Çawa dibe ku zarokeke 16 salî ji ber vîdeoyekê girtî bê darizandin. Paşê ji nişkê ve keça min birin girtîgeha Şakranê. Dewlet li gorî hiqûqa xwe jî tevbigere ev tişta ku anîn serê keça min neheqiyeke mezin e.”

Lêgerîna tazî û nava dev li keça min ferz kirin’

Halît K. diyar kir ku dema ew çûne hevdîtina bi keça xwe re, keça wî bi şermeke mezin li wan daye zanîn ku lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û got: “Keça min bi temamî tazî kirine û jê xwestine ku bikuxe û her wiha heta nava devê wê jî kontrol kirine. Van tiştên ku dikin ne di çarçoveya hiqûqê ne jî di çarçoveya edaletê de mirov nikare binirxîne.”

‘Di nav faîlên edlî de tê girtin û lê dixin’

Halît K. bi bîr xist ku îro bû roja 8an ku keça wî di girtîgehê de ye û got: “Îro dîsa ez çûm hevdîtina wê û ji min re got ku wê di nav sûcdarên edlî de digirin. Keça min ji vê yeke aciz bûye û ji ber wê jî ew şandine qawişeke yekkesî û niha jî di nav zarokên edlî de tê ragirtin. Keça min ji ber tiştekê siyasî girtin nexwe çima di nav faîlen edlî de tê ragirtin? Ji ber ku di nav faîlên edlî de tê girtin niha canê wê di talokê de ye û em gelekî ditirsin tiştek bê serê wê. Ji ber ku dema em çûn hevdîtinê, min destê xwe avêt destê keça xwe û ji ber ku destê wê êşiya, destê xwe vekişand û me hinekê israr kir û dîsa bi me da zanîn ku lêdan xwariye û serê wê li dîwaran xistine û hîn jî pişt û lingên wê diêşin. Lewma kengî ez biçim hevdîtina keça xwe keça min tim digirî.”

‘Keçeke din ji ber parvekirinên xwe li cem keça min tê ragirtin’

Di dawiya axaftina xwe de Halît K. diyar kir ku keçeke din jî ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî li cem keça wî tê radigirin, wê jî lêdan xwariye û wiha pê de çû: “Eger ev tevgerên keyfî bidomin, sibê kesî ji me wê ne di ewlehiyê de be. Divê em bi vê zanînê deng bidin denge hev. Banga min li rayedarên Tirkiyeyê ew e ku heke Tirkiye welateke hiqûqê be nexwe li gorî wê tevbigerin.”

 

Etîket: A.K.Halît KîşkenceLêgerîna tazî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

Li Stenbolê yek jê zarok 10 kes hatin girtin

24 ADAR 2026
A.K. a 16 salî ku ji ber hûnandina porê xwe hatibû girtin, hat berdan

A.K. a 16 salî ku ji ber hûnandina porê xwe hatibû girtin, hat berdan

3 ADAR 2026
Daxwaza berdana A.Kê careke din hat redkirin

Daxwaza berdana A.Kê careke din hat redkirin

26 SIBAT 2026
Îdîanameya zaroka keziyên xwe honandibû hat qebûlkirin

Îdîanameya zaroka keziyên xwe honandibû hat qebûlkirin

17 SIBAT 2026
Ji Kolektîfa Rîtmên Azad strana ‘Em hene’

Daxwaza berdana A.K., ya 16 salî hate redkirin

10 SIBAT 2026
ÎHD: Îşkenceya li dijî penaberan nayê qebûlkirin

ÎHD: Îşkenceya li dijî penaberan nayê qebûlkirin

3 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (6)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne