Li Afganistana ku ji aliyê Talîbanê ve tê rêvebirin de xwe gihandina îstatîstîkên tundiya li ser jinan ne pêkan e.
Bi desthilatdarbûna Talîbanê ya li ser Afganistanê re jin di nav malan de hatin hepskirin. Jinên ku nikarin ji tu mafên xwe yên civakî sûd werbigirin her roj di nav malan de rastê tundiyê tên. Tevê tundiya zêde jî ne pêkan e ku li Afganistanê îstatîstîkên tundiya ku tê kirin bê girtin.
Li malên ku wek qadên bi ewle tê tarîf kirin de, jinên ku rastî tundiyê tên, tu rêyek nabînin ku doza mafê xwe bikin. Her wiha her çiqas ên ku rastê tundiyê tên jin bin jî ji tirsa ku ew ê bên sucdarkirin nikarin dengê xwe derbixin. Ev bêdengî jî dibe sedemê mezinbûn û belavbûna tundiyê. Tê diyarkirin ku tundî û kuştina jinan ji ber ku ji aliyê hikûmeta Talîbanê ve tê veşartin, ji tiştên ku tên zanîn gelek zêdetir e.
Di 25ê Cotmehê de li navçeya Chahab ya bajarê Takhar jina bi navê Hasna ya 17 salî ji aliyê mêrê pê re zewicîbû û xwezûrê xwe ve hat kuştin û di bedena wê de nîşaneyên ‘tecawîza bi komî’ hatin dîtin. Di 17’ê heman mehê de li eyaleta Farah jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.