Gelê Colemêrg û Agiriyê li dijî êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li ser Rojava meş li darxist û daxuyanî dan û êrişên çeteyan şermezar kir.
Li Colemêrgê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojava li navenda bajêr daxuyanî hat dayîn. Li gel Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li mirovahiyê ye’ hat vekirin.
Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) a Colemêrgê Tahir Tekînalp li ser navê platformê daxuyanî xwend. Tekinalp got: “Ev êrişên ku ji hêla hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve têne kirin ne tenê polîtîkayeke tundûtûjiyê ye li dijî gelê Kurd; ew di heman demê de êrişeke li dijî hewldanên çareseriya demokratîk ên ku li Sûriyeyê li ser bingeha wekhevî û îradeya jiyana bi hev re di navbera gelan de têne pêşxistin in û li dijî ceribandina rêveberiya xweseriya demokratîk a li Rojava ne. Armanca van êrişên ku li dijî Kurdan têne kirin ne tenê ji holê rakirina bingeha heyî, lê di heman demê de her bingeheke potansiyel a lihevhatina siyasî ya di derbarê pêşeroja Sûriyeyê de ye. Tiştên ku diqewimin ji bo rêveberiya Şamê di têkiliyên xwe yên bi Kurdan re xaleke werçerxê ya dîrokî temsîl dike.”

‘Walîtî hewl dide kujer bêceza bihêle’
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak, kuştina Baran Abdî yê ku ji Kobanê ye û li navçaya Tarsûsê ya Mersînê pêk hat şermezar kir û got: “Ciwanekî Kurd hat kuştin, lê walî hewl dide ku sûcdaran beraet bike. Walîtî li gorî talîmatên Şamê tevdigere. Walîtî sûcdar beraet dike. Tiştê ku li wir hat kuştin Kurdbûn bû. Îro, wan destûr neda ku malbat cenaze bibe ber sûrên bajêr. Lê ji ber ku mijar Kurd e, polîtîkayên bêcezatiyê di meriyetê de ne.”
‘Rojava xeta me ya sor e’
Di heman demê de, li navçeya Geverê ya Colemêrgê, li ber avahiya navçeya Geverê ya DEM Partiyê, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Zanayên Oldar, bi dirûşmeya “Rojava xeta me ya sor e” civîneke çapemeniyê hate li darxistin. Di çalakiyê de, ku nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl ên navçeyê û gelek welatî beşdar bûn. Girseyê pankarta “Rojava xeta me ya sor e” vekir.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Rêveberê Komeleya Alîkarî û Piştgiriyê ya Zanayên Oldar Tahir Şen ve hat xwendin.
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî li dijî êrişên li ser Rojava meş û civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Beriya meşê, polîsan kolana ku avahiya DEM Partiyyê lê ye bi tevahî bi bariyerên metal dorpêç kir. Polîs û leşkaran nehiştin ku gel biçe pêşiya avahiya partiyê û gel di bin dorpêçê de meşiya. Parlamenterên DEM Partiyê Yilmaz Hun, Mahmut Dindar û Heval Bozdag jî beşdarî meşê bûn. Di tevahiya meşê de, dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” pir caran hate berz kirin.
Piştû ku Parlementer û gel heta Kolana Cûmhûriyetê meşiyan, li wê derê daxuyanî dan. Gel piştî daxuyaniyê bi çepik û tililiyan belav bû.














