Cejna Paskalyayê ya civaka Xiristiyan li Dêra Ermenan ya Surp Gîragosa li navçeya Sûrê hate pîrozkirin.
Cîhan ango civaka Xiristiyan, Cejna Paskalyayê pîroz dike. Ev roj li gorî baweriya wan Pêxember Îsa di vê rojê de ji dayik bûye. Bi vê boneyê li Dêra Surp Giragosê ya li navçeya Sûra Amedê rêûresmek cejnê hat lidarxistin.
Hevşaredarên Şarederiya Bajarê Mezin ya Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Hevşaredara Sûrê Gulan Fatma Onkol, Hevşaredara Çinarê Semra Akyuz û Hevserokên DEM Partiya Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn jî beşdarî merasîma cejnê bûn. Destpêkê keşîş ango rahîbê dêrê Peder Arsen Ekînciyan ayîna olî pêk anî û dua kirin.
Piştî ayînê çorek û hêkên bi rengên cuda hatibûn nexişandin li beşdaran hatin belavkirin.