Li Amedê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê konsera pirzimanî hat lidarxistin. Bi zimanên netewan stranan olan da û peyama parastina zimanan û çandê hat dayîn.
Li Amedê bi pêşengiya saziyên çand û ziman yên li Amedê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê gelek bernameyên têr û tijî tên lidarxistin. Yek jî ji van bernameyan jî konsera pirzimanî bû. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Ma Music, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û KASEDê bi boneya rojê eywana Çand Amedê bi tevlibûna sedan welatî konserek pirzimanî û xweş li dar xist.
Bi sedan welatî tev li şahiyê ango konserê bûn. Ji zarokan bigire heta kal û pîran eywan tije kirin û cih li eywanê nema.

Pêşî pêşkêşvanê bernameyê Ferhat Ertaş derket ser dikê û qala girîngiya 21ê Sibatê kir. Ferhat Ertaş di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo zimanê Kurdî û hemû zimanan.
Beriya konserê Berdevkê Komîsyona Ziman a Şaredariya Amedê Tahîr Baykuşak axivî û bal kişand ser girîngiya 21ê Sibatê û zimanê Kurdî û xwest her kes xwedî li zimanê xwe derkeve.
Piştre dengbêj Sidîqê Farqinî û dengbêja ciwan Siyajîn Yaman derketin ser dikê û kilaman gotin.
Konsera pirzimanî û rengîn
Paşê koroya Konservatuara Aram Tîgran, KASED, Ma Music, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Koroya Zarokan a Şaredariya Bajarê Mezin derketin ser dikê û stranên bi zaravayê Kurmancî û Kirmanckî yên zimanê Kurdî, bi zimanê Ermenkî û Suryankî strîn.
Koroyê bi srana “Zimanê Kurdî” ya Aram Tîgran gotin û bi stranan ji hev xweştir balê kişandin ser wate û girîngiya rojê.
Koroyê gelek stranên pirzimanî strîn û koroyê dîsa bi strana “Zimanê Kurdî” konsera xwe qedand.

‘Îro ruhê Aram Tîgran li vir şad bû’
Piştî konsere Seroka Daîreya Çandê û Karên Civakî ya Şaredariya Amedê Zeynep Yaş derket ser dikê û axaftinek kurt kir. Yaş bal kişand ser girîngiya roja 21ê Sibatê û wiha got: “Îro ruhê Aram Tîgran li vir şad bû. Roja 21ê Sibatê li hemû gelan pîroz be. Bi hezarê salan e axa me axek zêrîn e, gelek talan li ser axa me her daîm çêbû lê tişta têda her tim herikbarbû. Ev herikbarî Dîcle û Firat bû. Ruhê ku mirovatiyê ava kiriye îro li vir bi muzîkê olan dide. Zimanek dewlemende ku em bi zimanê xwe bersivê didin hemû çand û huneran. Em bersivê didin hemû jiyanê. Heta ku ev keç û xortên me li vê derê bin wê jiyaneke hîn xweşiktir diyarî welatê me hemûyan be.”
Zeynep Yaş piştî axaftina xwe kulîlk diyarî koroyê kir û bername bi dawî bû.














