Amed – Şaredariya Peyasê û Sanatça Organîzasyon di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de şevbêrka dengbêjan li dar xist.
Şaredariya Peyasê ya Amedê û Sanatça Organîzasyon di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dîwana dengbêjan li dar xist. Şevbêrka dengbêjan li Park Ormanê ya li navçeya Peyasê hat lidarxistin. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Sîncar û Cengîz Dundar, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş û gelek kes tev li şevbêrkê bûn.
Dengbêj Xalîde, Evîn Sindî, Ronî Erez, Amed û Mihemedê Şêxmîra derketin pêşberî temaşevanan û kilam û stranan gotin. Welatî rabûn dîlanê û govend gerandin.