Xizmên Windayan û ÎHDa Amedê di hefteya 827emîn de li aqûbeta Huseyîn Taşkaya yê 31 sal berê hat windakirin pirsîn û gotin ew ê dest ji têkoşîna edaletê bernedin.
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 827emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû li dar xistin. Bi boneya Hefteya Mafên Mirovan, rêveberên rêxistinên hiqûq û mafên mirovan û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakgeran di çalakiyê de pankarta wêneyên windayan li ser wê ne li erdê raxistin û wêne hildan. Destpêkê Serokê Şaxa ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz axivî û bal kişand ser têkoşîna komeleyê û xizmên windayan a ji bo windayan. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û rêveberê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen jî axaftinên kurt kirin.
Huseyîn Taşkaya li ku ye?
Rêveberê ÎHDa Amedê Alî Îhsan Demîrtaş metna daxuyaniya vê hefteyê xwend û behsa serpêhatiya Huseyîn Taşkaya yê di 6ê Kanûna 1993yan de li navçeya Siwêregê ya Rihayê hat windakirin û heta niha agahî jê nehatiye girtin, kir. Alî Îhsan Demîrtaş anî ziman ku çend sal jî bi ser ve jî bibihûre wê ji bo Huseyîn Taşkaya û hemû windayan dest ji têkoşîna edaletê bernedin û her li bipirsin ku winda li ku ne da ku faîl bên darizandin.
Piştî daxuyaniyê ji bo hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.