Piştî 10 salan li bajaroka Bulamê ya navçeya Çilîkan a Semsûrê agirê Newrozê hat pêxistin. Parlamenter Alî Bozan di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser azadî û yekîtiya gelê Kurd.
Li bajaroka Bulamê ya bi ser navçeya Çilîkan a Semsûrê ve agirê Newrozê hat pêxistin. Xelkê bajarok diyar kirin ku Newroz piştî 10 salan cara pêşî ye tê pîrozkirin. Newroz li Ziyareta Zerwanê hat pîrozkirin. Gelek welatî beşdarî prîozbahiyê bûn.
Kelecan û coşa pîrozbahiyê xwe li bajarok belav bû û xwe da nîşandan. Welatiyên ku xwe bi rengê kesk û sor û zer xemilandin, bi coşeke mezin Newrozê pîroz kirin.

‘Em ê şehîdên Bêzarê ji bîr nekin’
Parlamenterê DEM Partiyê Mêrsînê Alî Bozan di pîrozbahiyên Cejna Newrozê de axivî û wiha got: “Newroz cejnek e. Lê ji bo gelê me ne tenê cejnek e, di heman demê de têkoşîn û serhildanek e jî. Di salên 90’î de, Newroz qedexe bû. Heta vêxistina agir jî qedxe bû. Lê gelê me, bi berxwedan û têkoşîna xwe, qedexe û êrişan şikand û ew heta roja îro domand.”
Bozan diyar kir ku gelê Kurd bi saya nirxên xwe gihîştiye vê astê û ev yek anî ziman: “Em bi saya şehîdên xwe gihîştine vê astê. Ger em îro dikarin bi ziman û çanda xwe li vê qadan bin, ev bi saya şehîdên me ye. Divê em şehîdên Bêzarê ji bîr nekin. Her kes dizane ku Apê Osman Sebrî ji bo gelê Kurd û zimanê Kurdî çi qas bedel daye. Ji ber vê sedemê, em di şexsê Osman Sebrî de hemû pêşengên Kurd bi bîr tînin. Em bi saya kesên ku serê xwe ne tewandine gihîştine vê astê. Dema ku em behsa pêşengên Kurd dikin, divê em Salih Muslim jî bi bîr bînin. Salih Muslim yek ji pêşengên şoreşa Rojavayê bû. Ez jî wî bi dilovanî bi bîr tînim.”
Bozan bal kişand ser mijara yekîtiya neteweyî ya Kurdan û got: “Dema ku êrişên li ser Rojavayê du meh berê dest pê kirin, ew bi berxwedan û yekîtiya gel hatin rawestandin. Me hemûyan dît ku gelê me çawa dikare dema ku yekîtiyê bi dest dixe bi ser bikeve. Me ev li Rojavayê kir. Ji ber vê yekê, divê em yekîtiya xwe hîn xurttir û mezintir bikin.”
Piştî axaftinan, stranbêj Mem Sîdar derket ser dikê. Welatiyên ku beşdarî Newrozê bûn li ber stranan govend gerandin û paşê pîrozbahî bi dawî bû.














