Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistanan deriyên xwe ji xwendekaran re vekirin. Îsal 713 hezar û 554 xwendekar li 3 hezar û 647 dibistanan dê bên perwerdekirin. Dê 35 hezar û 513 mamosteyan xwendekaran perwerde bikin.
Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê, hejmara xwendekaran îsal 713 hezar û 554 e, ku di 3 hezar û 647 dibistanan de ji aliyê 35 hezar û 513 mamosteyan ve tên perwerdekirin. Mamoste, li ser rêbazên hînkirinê di dewreyên perwerdeyê û fêrkirinê re derbas bûn. Di dibistanan de ji bo qeydkirina xwendekaran û peydakirina hawîrdoreke perwerdeyê ya gunaw ji xwendekaran re, dewam 7`ê Îlonê dest pê kiribû. Pergala perwerde û fêrkirinê ya herêmê xwe dispêre, metaryalên ku hatine guhertin. Bi 3 zimanên sereke: kurdî, erebî û suryanî ve têne dayîn. Ev metaryal, xweza û taybetmendiya her herêmekê di ber çavan re derbas dike û pirrengiya zimanî û nasnameya civakî ya pêkhateyan rave dike.
Ji vê hewldana desteyê diyar dibe ku aliyên perwerdeyê hewl didin pirrengiya çandî û zimanî pêş bixin, perwerdeyeke giştî li gorî hêviyên civakên xwecih, peyda dike.