• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Amedspor du puan winda kir û daket rêza sêyemîn

    Amedspor du puan winda kir û daket rêza sêyemîn

    Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest TÊ NÛKIRIN

    Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest TÊ NÛKIRIN

    MSD: Tekane riya çareseriyê rêveberiyek nenavendî ye 

    MSD: Tekane riya çareseriyê rêveberiyek nenavendî ye 

    Mazlûm Ebdî: Me di konferansê de parastina destkeftiyan anî rojevê

    Mazlûm Ebdî: Me di konferansê de parastina destkeftiyan anî rojevê

    Şandeya Îmraliyê dê sibê biçe Îmraliyê

    Şandeya Îmraliyê dê sibê biçe Îmraliyê

    Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî li Munîhê civiyan

    Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî li Munîhê civiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Amedspor du puan winda kir û daket rêza sêyemîn

    Amedspor du puan winda kir û daket rêza sêyemîn

    Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest TÊ NÛKIRIN

    Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest TÊ NÛKIRIN

    MSD: Tekane riya çareseriyê rêveberiyek nenavendî ye 

    MSD: Tekane riya çareseriyê rêveberiyek nenavendî ye 

    Mazlûm Ebdî: Me di konferansê de parastina destkeftiyan anî rojevê

    Mazlûm Ebdî: Me di konferansê de parastina destkeftiyan anî rojevê

    Şandeya Îmraliyê dê sibê biçe Îmraliyê

    Şandeya Îmraliyê dê sibê biçe Îmraliyê

    Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî li Munîhê civiyan

    Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî li Munîhê civiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest TÊ NÛKIRIN

Navenda Nûçeyan / AW

15 SIBAT 2026 - 18:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE, VÎDEO, WÊNE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi çalakiyên cuda Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê şermezar kirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Di çalakiyan de êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê jî hatin şermezarkirin û peyama banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

 

Bi boneya 27emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajaran meşên girseyî hatin lidarxistin. Li bajarên wekî Amed, Wan, Stenbol, Êlih, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Riha, Dêrsim û dehan bajar û navçeyên bakurê Kurdistan û Tirkiyê daxuyanî hatin dayîn û meş hatin lidarxistin. Di meşên ku bi deh hezaran kes têlêbûn de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.

STENBOL

Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê li Qada Aksarayê ya Stenbolê li dijî komploya navnetewî daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê, Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbol û navçeyan, Dayikên Aştiyê, HDK, TJA, nûner û rêveberên saziyên civakî û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. Li qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava” Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin û pankarta “Bi roniya heqîqetê ber bi azadiyê ve” û “15ê Sibatê dişkinî, bi rêberê azadiyê re 27ê Sibatê înşa dikin” hat vekirin. Hevseroka Stenbolê Arîfe Çinar di daxuyaniyê de axivî û got: “Bi têkoşînê komplo vale derket. Îro pêvajo heye lê hê jî tecrîd berdewam dike. Em dizanin ku pêvajo bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.”

Piştî daxuyaniyê polîs êrişî girseya kombûyî kir û 8 kes binçav kirin.

‘Tevî dorpêçê paradîgma belav dibe’

Rêvebera DEM Partiyê ya Stenbolê Gîzem Kuzuk anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê komployê de pênaseya “Di şexsê min de hat xwestin li Rojhilata Navîn pêşiya çareseriya gelê Kurd bigirin û gelê Kurd bêstatû bihêlin” û wiha got: “Gelê Kurd û dostên wan ji bo komployê vale derxin bi bedelên giran dan. Îro li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn qeyranên girîng diqewimin, sedema wan jî tecrîda Îmraliyê ye. Lê li gel dorpeçkirinê jî fikrên bîrêz Abdullah Ocalan li her aliyê Rojhilata Navîn belav dibe.  Bi taybet jî sîstema Rojava dibe hêvî.” Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

ENQERE

Platforma Saziyên Demokratîk ên Enqereyê, di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cahdeya Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî dan. Parlamenter û cigirê hevserokên giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Ruştu Tîryakî, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên giredayî platformê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Beriya daxuyaniyê pankarta li ser, “Em komploya navdewletî şermezar dikin” dinivisî û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû polîsan desteser kirin. Hevserokê DEM Partiyê Fatîn Kanat daxuyanî xwend û wiha got: “Rojava mînaka wekhevî û azadiya gelan e. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê Aştî û Civaka Demokratîk divê mafê heviyê ji bo birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî pêk were.”

‘Divê li welat asayîbûn çêbe’

Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Rustu Tîryakî jî bi lêv kir ku heke komplo bigiheşta encamê dê di navbera gelan de şerek mezin derketa û ev tişt gotin: “Birêz Ocalan ew şer da sekinandin. Ew roj her sal tê şermezarkirin. Berdewamiya komplo li Rojava careke din xwestin pêk bînin. Gelê Kurd û birêz Ocalan ew şer jî da sekinandin. Li Tirkiye em qala pêvajoyeke dikin. Heke desthilat rastî jî bixwesta vê pêvajoyê normalîze bike dest nedida ser pankarta me. Heta desthilat birêz Ocalan weke aktorekî siyasî qebûl neke em her werin dorpêçkirin dê mudaxile li wêneyê birêz Ocalan bikin. Çi gav werin avetin jî em nikarin tu pirsgirêkan çareser bikin. Divê asayîbûn pêk were. Divê êdî komplo pêk neyên û aştiyeke mayindê pêk were. Ji bo vê jî divê têkoşîna me dê bidome.” Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî azad bike Rêbertî” bi dawî bû.

EDENE

Li Edeneyê gelek kes beşdarî çalakiya şermezarkirinê ya li ber Rêxistina Bajar a Edeneyê ya DEM Partiyê pêk hatî, bûn. Hevserokê Rêxistina Navçeya Ceyhanê ya DEM Partiyê Tahîr Ozdemîr daxuyanî da û anî ziman ku li hemberî polîtîkayên êriş û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalandê li dora “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” têkoşîna xwe dewam bikin. Ozdemîr diyar kir ku pêvajoya di 9ê Cotmeha 1998an de destpê kir di 15ê Sibata 1999an de bi dîlgirtina Ocalan ya li Îmraliyê dewam kir û anî ziman ku ligel mercên tecrîda giran jî çareseriya demokratîk û perspektîfa aştiyê ya bi rûmet komplo têk biriye. Ozdemîr her wiha destnîşan kir ku wê di çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de israr bikin. Ozdemîr ragihand ku wê rê nedin hewldanên komployên nû yên li ser Rojava û tevahiya herêmê û got, bi berxwedana hevpar a gelan êriş bi giranî hatin têkbirin. Daxuyanî bi qêrîna diruşmeyan bi dawî bû.

MÛGLA

Platforma Saziyên Demokratîk li Mûglayê li dijî komploya navneteweyî li pêşiya avahiyê DEM Partiyê yê navçeyê daxuyanî da. Daxuyaniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Muglayê Zuhal Macît xwend. Zuhal Macîd da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15ê Sibat a 1999an ve li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran ê tecrîdê de tê girtin lê bi têkoşîna xwe ya ji bo aştiyeke birûmet û demokratîkbûnê, ev komplo pûç kir û ev tişt gotin. “Îro ya ku rastî êrişan tê, paradîgmaya Birêz Ocalan e. Hêzên li dijî Pêvajoya Aştî Civaka Demokratîk, bi operasyonên têgehan, bi weşanên dezenformasyonê yên saziyên medyaya şerê taybet û bi artêşa trolên medyaya dîjîtal, konsepta êrişeke piralî dane destpêkirin. Em ê bi israra xwe ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgrêka Kurd û aşitiyeke birûmet, van êrişan careke din pûç bikin.” Daxuyanî bi berzkirina diruşman bi dawî bû.

STENBOL

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Qada Aksarayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê daxuyaniyê didin.

AMED

Gelek kesên bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezanê hatein gel hev, bi çepik, tililî û dirûşman ber bi Qada Stasyonê ve dimeşin.

ÊLIH

Li Êlihê jî girseya ku li ser Cadeya Gulistanê kom bû, bi pankarta “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” ber bi avahiya DEM Partiyê ya Êlihê ve dimeşe.

RIHA

Li Qada Topçu ya navçeya Halîliye ya Rihayê jî daxuyaniyeke girseyî hate dayin û gelek kes tev li bûn.

CIZÎR

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê jî bi heman armancê çalakî pêk anî. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek welatî li ber Rêxistina Navçeya Cizîrê ya DEM Partiyê kom bûn. Girseya pankarta, “Bi ronahiya heqîqetê ber bi azadiyê ve” vekir, dowîzên, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” vekirin. Girseya heta Çerxereya Dortyolê meşiya sloganên, “Bê Serok jiyan nabe” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” berzkirin. Welatiyan ronahiyên telefonên xwe pêxistin û tarîtiya şevê ronî kirin. Piştî meşê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê DBP’ê yê Cizîrê Bager Aşkin di axaftina xwe de diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, kes azad nabe. Piştî wî, Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri metna hevpar xwend û destnîşan kir ku komplo têk çûye û Abdullah Ocalan bi ser ketiye. Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî komploya navneteweyî şermezar kir û ev tişt got: “Gelê Kurd her sal li dijî komployê li qadan e. Yahya Menekşe berî 15 salan dema komplo şermezar dikir hat qetilkirin. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Me ev komplo nas nekiriye û em ê nas nekin. Ne komploya 15’ê Sibatê û ne jî komployên li ser Rojava, em tu carî qebûl nakin. Gelê Cizîrê dê her tim xwedî li îradeya xwe derkeve. Heta ev roja reş bibe ronahî, em ê têkoşînê berdewam bikin. Kurdan li Rojava bersiva komployê da. Îro dixwazin komployê nû bikin, lê gelê Kurd dê li dijî vê heta dawiyê li ber xwe bide.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” heta ber avahiya partiyê meşiya.

DÊRSIM 

Platforma Saziyên Demokratîk a Dêrsimê li Kolana Hunerê derbarê Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê de daxuyaniyek da. Di xwepêşandana pankarteka bi nivîsa, “Êve roşta raştîye verva ozadîye” hatibû vekirin de, Hevserokê Bajar a Dêrsimê ya DEM Partiyê Ozcan Ateş axivî û komplo şermezar kir. Piştre, Parlamentera bajêr Ayten Kordu axivî û balkişand ser Komploya 15ê Sibatê. Kordu got ku armanca Komployê tunekirina hebûna gelê Kurd bûye. Kordu diyar kir ku ev ne komployeke di kesayeta Birêz Ocalan de li ser Kurdan hatiye sepandin bûye û wiha got: “Armana vê Komploye tunekirina gelê Kurd bû.
Xwestin heman Komployê li dijî Rojavayê Kurdistanê jî pêk bînin. Îro êrişên li dijî Rojava di heman demê de êrişên li ser paradîgmaya modernîteya demokratîk a azadîxwaza jinê, demokratîk û ekolojîk a Birêz Ocalan e. Ev êriş bi polîtîkayên tecrîdê berdewam dikin.” Ayten Kordu ku banga pêkanîna “mafê hêviyê” ji bo misogerkirina şert û mercên kar ên azad û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û ev tişt gotin: “Em vê zîhniyeta komployê ya ku 27 sal berê hatiye pêşxistin şermezar dikin. Em israr dikin ku divê azadiya fîzîkî ya Birêz Öcalan bê misogerkirin.”

XARPÊT

Platforma Saziyên Demokratîk a Xarpêtê jî bi heman armancê li Garaja Hozatê daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê koma pankarta, “Em Komploya 15ê Sibatê bi ronahiya rastî û azadiyê şermezar dikin” vekirî, Hevseroka Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Saadet Yavuz daxuyanî xwend. Di axaftina xwe de Yavuz Komploya 15ê Sibatê şermezar kir û xwest demildest azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê. Yavuz anî ziman ku heta azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd dê têkoşîna xwe bidomînin.

ÇEWLIG

Platforma Saziyên Demokratîk a Çewligê jî Komploya 15ê Sibatê li Qada Bajar bi daxuyaniyekê şermezar kir. Li ser navê koma pankarta “Em Komploya 15ê Sibatê bi ronahiya heqîqê û meşa ber bi azadiyê ve şermezar dikin” vekir daxuyanî hate xwendin. Hevserokê Rêxistina Bajar a Çewlikê ya DBPê Şevket Kalindamar banga mezinkirina têkoşîna li dijî komployê kir. Hevserokê Rêxistina Bajar a Çewlikê ya DEM Partiyê Sedat Ormangoren jî axatinek kir û komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Ormangoren wiha got: “Di şexsê Abdullah Ocalan de hate xwestin ku daxwazên wekhevî, aştî û azadiyê yên gelê Kurd bên tunekirin. 15ê Sibatê komployek ji rezê nîne. Îro roja teşhîr kirina vê roja tarî û derxistina holê ya heqîqetê ye. Her wiha roja mezinkirina daxwazên gelan ên azadî û aştiyê ye.”

ESKÎŞEHÎR

Rêxistina Bajar a Eskîşehîrê ya DEM Partiyê li avahiya civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Rêxistina Bajar a Eskîşehîrê ya DEM Partiyê Bektaş Turkmen diyar kir ku sîstema tecrîdê ya Îmraliyê beşek ji komployê ye û wiha got: “Divê sîstema tecrîdê bi dawî bibe û ji Birêz Abdullah Ocalan re şertên xebata azad û ragihandina azad werin peydakirin. Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ne tenê pêdiviyeke pêvajoyê ye, lê di heman demê de hêmaneke bingehîn e ji bo bi temamî ji holê rakirina komploya tarî ya li dijî gel. Em dê ji bo jiyaneke demokratîk, adîlane, azadîxwaz û wekhevîxwaz li dijî Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê û encamên têkoşîna xwe bidomînin. Em careke din teqez dikin ku êdî dema avakirina Tirkiyeyeke azad û demokratîk e.”

Etîket: Abdullah OcalanAzadiBerxwedankomploya 15ê SibatêKurdistanpkkrizgarîSERHİLDANtecrid
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Wezîrê Amerîkayê: Dibe ku hikûmeta Sûriye di çend hefteyan de hilweşe

Ji Rûbîo îtîrafa balkêş: Ji bo Sûriye perçe nebe me Şara tercîh kir

15 SIBAT 2026
MSD: Tekane riya çareseriyê rêveberiyek nenavendî ye 

MSD: Tekane riya çareseriyê rêveberiyek nenavendî ye 

15 SIBAT 2026
Ebdî û Ehmed bi wezîrê Almanyayê re rûniştin 

Şandeya Rojava bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê re civiya 

15 SIBAT 2026
Li Hindistanê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 

Li Hindistanê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 

15 SIBAT 2026
Kongra Star: Em hemû jin bibin yek

Kongreya Star: Komploya li dijî îradeya gelan bi têkoşîna gelan têk çû

15 SIBAT 2026
Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

15 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (578)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne