Komên çekdar li gundekî Banyasê yê Sûriyeyê bi kêmanî 5 kes kuştin.
Di roja cejnê ya Remezanê de 2 çekdaran li gundê Herf Benmera yê bajarê Banyasê yê Sûriyeyê herî kêm 5 kes kuştin. Li gorî çavkaniyan, keyayê gund û 4 kesên ji heman malbatê hatin kuştin. Vê sibehê li bajarê Humisê jî çekdaran dayikek û 3 zarokên wê û 2 mêvanên wan kuştin. Bav jî birîndar kirin.