Li Başûrê Kurdistanê ji gelek beşên civakê ji bo alîkariya Rojava hewldanên xurt hene. Walîtiya Silêmaniyê û Rêxistinên Tenduristiyê yên Silêmaniyê ragihandin ku bi beşdariya 9 sendîka û rêxistinan kampanya komkirina alîkariyê destpê dikin. Mamostayê olî Ebdula Kelarî bang li tevahiya civakê kir ku zikatên xwe bişînin ji Rojava re. Her wiha Rewşenbîr û hunermendên Helebceyê ragihandin ku wan ji bo Rojava kampanyayek alîkariyê dane destpê kirin.
Piştgirî û hevkariya li gel berxwedana Rojava ya li dijî êriş û dagirkeriya çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê û dewleta Tirk, li Başûrê Kurdistanê her diçe berfireh dibe.
Li gorî Ajansa RojNewsê rêxistinên tenduristiyê yên Silêmaniyê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji Rojavayê Kurdistanê ragihandin. Di daxuyaniyê de Serokê Rêxistina Karmendên Tenduristiyê ya Liqa Silêmaniyê Hawjîn Osman, Endamê Nûnertiya PYDê ya li Başûrê Kurdistanê û Nûnerê Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê jî amade bûn.
Hawjîn Osman di daxuyaniyê de ragihand ku biryar dane îro kampanya alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya 9 sendîka û rêxistinên tenduristiyê bi dirêjahiya heftiyekê destpê bikin. Di berdewamê de Hawjîn Osman destnîşan kir ku di kampanyayê de pêdawîstiyên tenduristiyê û hemû pêdawîstiyên din ku pêwîstiya welatiyên Rojavayê Kurdistanê pê heye, dê werin komkirin û piştre ji bo Rojava werin şandin.
Bang li her kesî hate kirin ku beşdarî kampanyayê bibin
Nûnerê Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê Ferhan Mihemed di heman daxuyaniyê de axivî û got: “Rojavayê Kurdistanê niha di rewşek dijwar re derbas dibe û pêdivî bi her cûre alîkariyê heye. Em bang li hemû welatiyên Başûrê Kurdistanê dikin beşdarî kampanyê bibin. Em ji bo piştgirî û piştevaniya wan spasiya tevahî gelê xwe yê Başûr dikin.”
Mela Ebdula: Zikatên xwe bişînin ji Rojava re
Bangek ji bo alîkariya Rojava jî ji mamostayê olî Ebdula Kelarî hat. Mela Ebdula Kelarî ku melayê mizgefta Aştî ya navçeya Kelar ya ser bi Herêma Germiyan e, ji ajansa RojNewsê re axivî.
Mela Ebdula di derbarê êrişan de got; “Niha li Rojava êrişên dirindane ser gelê me, xak û netewa me hene. Divê her kes, taybet jî mela, aliyên siyasî bibin yek û hemberî dijmin rawestin. Tevî em misilmanin û xwidê nasin, dijmin bi suretên enfal û fetih êrişî ser gelê me dikin. Ma ji bo çi em şerm bikin, em xak û welatê xwe diparêzin. Divê hemû mela gel ji van êrişan agahdar bike û bi xwîna xwe netewa xwe biparêze.”
Derbarê melayên ku dijî berxwedana Rojavayê Kurdistanê peyam didin jî mela Ebdula got; “Divê demê de pêwîstî bi yek deng û yekîtiyê heye, her melayê ku axaftinek dijber kiribe, wî xirabî kiriye. Nabe mela dijî heqiyê bin û bi dîktatoran re bin. Her kesê ku hemberî gelê me dijbertiyê bike, divê were bêdengkirin.”
Mela Ebdula herî dawî behsa alîkariyên ji bo Rojavayê Kurdistanê tên komkirin kir û got; “Dixwazim di rewşek wiha de zikatên meha Remezanê ji bo Rojava werin şandin. Divê em zikatên xwe bigihînin xwişk û birayên xwe.”
Rewşenbîr û hunermendên Helebceyê ji bo Rojava alîkarî kom dikin
Rewşenbîr û hunermendên Helebceyê ragihandin ku wana ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayek alîkariyê dane destpê kirin.
Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerê ya Helebceyê derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Îro em ji bo alîkarî û piştevaniya Rojavayê Kurdistanê kampanyayek giştî radigihînin. Em bang li hemû kesê dikin ku tevlî kampanyayê bibin û piştgirî bidin Rojavayê Kurdistanê.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cihê ku alîkarî lê tê komkirin, beramberî serokatiya şaredariya Helebceyeyê ye û her kes dikare liwir alîkariyên xwe radest bike.
Walîtiya Helebceyê kampanyayek daxuyand
Bi pêşengtiya Walîtiya Helebce û bi beşdariya hemû sazî, dezgeh û rêveberiyên bajar, di çarçoveya seferberiya giştî ya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, kampanyayek girseyî ya komkirina alîkarî û hevkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê hate ragihandin. Waliya Helebceyê Nuxşe Nasih di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Em ji nêz ve xema gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê hîs dikin. Em nikarin li hember xemgînî û birînên xizmên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bêdeng bimînin. Ji ber vê yekê em ji bo xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê kampanyayek neteweyî û girseyî radigihînin.










