Qeymeqamê Amêdiyê ragihand ku gorekî komî li gundê Mêrgetî ya ser bi bajarokê Amêdiyê hate dîtin ku cenazeyê 7 welatiyên ku di dema rejîma Baasê de hatin qetilkirin tê de ne.
Qeymeqamê Amêdiyê Warşîn Selman ragihand ku li gundê Mêrgetî ya ser bi bajarokê Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê, gorek komî ku cenazeyê 7 welatiyan tê de bû, hate dîtin.
Warşîn Selman diyar kir ku di gora komî de cenazeyê 7 welatiyên xelkê gundê Mêrgetî ku di dema rejîma Baasê de hatibûn qetilkirin, hatin dîtin.
Qeymeqam Warşîn Selman da zanîn ku gora komî ji aliyê pisporan ve tê vekolîn û ji bo diyarkirina nasnameyan rufatên hatin derxistin ji bo Tiba Edlî ya Dihokê hatine şandin.