Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Bayrakliyê di çarçoveya pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çalakiyek li dar xist. Dayika Aştiyê Cemîle Aydin di pîrozbahiyê de axivî û got: “Rojbûna te pîroz be Rêber Apo! Tu bûyî ronahiya hemû cîhanê û Kurdistanê.”
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) a Bayrakliyê ya Îzmîrê, bi boneya 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyek li dar xist. Di şahiya ku li avahiya partiyê ya navçeyê hatî lidarxistin de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Di dema pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” hatin berzkirin. Gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
‘Serokatî ne tenê serokatiya gelê Kurd e’
Destpêke Dayika Aştiyê Cemîle Aydin axivî û diyar kir ku dayikên Kurd tevî hemû zehmetiyan bi salan e têkoşîna xwe didomînin û got: “Bi salan e ev gel di rêya Rêberê Gelê Kurd de dimeşe û têdikoşe. Serokatî ne tenê serokê gelê Kurd e, di guherîna Rojhilata Navîn de jî dibe pêşeng. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin. Em dibêjin; rojbûna te pîroz be Rêber Apo! Tu bûyî ronahiya hemû cîhanê û Kurdistanê.”
Piştî axaftinan paste hat jêkirin. Paşê hunermendên Komeleya Çand û Hunerê ya Azad derketin ser dikê.
Pîrozbahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşman bi dawî bû.














