Li Herêma Besta ku bi salan a birîna daran lê didome, agir bi daristanan ket.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin şevê din agir bi daristanên devera Mêrge Marê ya bi ser Herêma Besta ya Şirnexê ketiye û heya niha jî berdewam dike. Herêma Besta ji ketina sivîlan re qedexe ye û tê gotin ku agirê bi şev derketiye ji aliyê leşkeran an jî cerdevanan hatiye derxistin.
Ji ber ku ketina herêmê qedexe ye derbarê rewşa şewata daristanan de agahiyên berfireh nayên wergirtin.
Bi salane li gelek deverên Herêma Bestayê dar tên birîn û talana ekolojîk pêk tê.