• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 TÎRMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    55 saziyên Şirnexê ji bo aştiyê daxuyanî dan

    Serokê Baroya Şirnexê hat ser hişê xwe

    Koma Amed piştî 30 salan dê li Amedê konserê bide

    Koma Amed piştî 30 salan dê li Amedê konserê bide

    Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî li Wanê civiyan

    Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî li Wanê civiyan

    Li Şirnexê ji bo sivîlan ketina daristanan hat qedexekirin

    Li Şirnexê ji bo sivîlan ketina daristanan hat qedexekirin

    Bi girseyî serdana şîna endamên HPGê Vesek û Ertene kirin

    Bi girseyî serdana şîna endamên HPGê Vesek û Ertene kirin

    Ewilî firoşkaran tune bikin

    Ewilî firoşkaran tune bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • ROJANE
    55 saziyên Şirnexê ji bo aştiyê daxuyanî dan

    Serokê Baroya Şirnexê hat ser hişê xwe

    Koma Amed piştî 30 salan dê li Amedê konserê bide

    Koma Amed piştî 30 salan dê li Amedê konserê bide

    Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî li Wanê civiyan

    Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî li Wanê civiyan

    Li Şirnexê ji bo sivîlan ketina daristanan hat qedexekirin

    Li Şirnexê ji bo sivîlan ketina daristanan hat qedexekirin

    Bi girseyî serdana şîna endamên HPGê Vesek û Ertene kirin

    Bi girseyî serdana şîna endamên HPGê Vesek û Ertene kirin

    Ewilî firoşkaran tune bikin

    Ewilî firoşkaran tune bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Bestayê dîmenê birîna daran: Talankirinê radixe ber çavan

Mahmût Altintaş / AW

3 HEZÎRAN 2025 - 11:00
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şirnex – Li Herêma Besta bi destê cerdevanan birîna daran berdewam dike. Li Çiyayê Bestayê di dîmenên dawî xuya dike ku birîna daran heta 30 kîlometreyî berdewam dike û darên hatine birîn ji bo firotinê dane ser hev û bi trakroran dibin bajarên cuda.

Li Şirnexê bi salane ji aliyekî ve birîna daran û ji aliyê din ve jî bi lêgerîna petrol û kanên komir û madenên cur bi cur xweza tê talankirin. Li Şirnexê û navçeyên wê birîna daran bi germbûna hewayê re careke din dest pê bikir û bê navber berdewam dike. Herêmên ku ji aliyê walitiyê Şirnexê ve bi hinceta, “Ewlehiyê” hatine qedexekirin û welatiyên Şirnexê bi destûr dikarin biçin wan deveran. Li van deveran bê navber dar tên birin. Dar ji aliyê cerdevanan ve tên birîn û ewlehiya wan jî leşker digirin. Herêma Besta ku bi daristanên xwe yên nav û deng e û tê zanîn, bi salan e bê navber dar tên birin û qadeke berfireh a daristanê hatiye tunekirin. Di dîmenên dawî yên hatin ber destê me me de jî xuya dike ku birîna daran heta 30 kîlometreyî berdewam dike û darên tên birîn jî dane ser hev û ji bo firotinê bi traktoran dibin bajarên cuda.

Dîmenê birîna daran

Di dîmenan de xuya dike ku li qadek berfireh dar hatine birîn û dane ser hev. Li şûna ku berhevkirina daran, traktor jî hene û wan daran dikişînin. Li rêyeke dirêj ku heta 30 kîlometreyî berdewam dike, seranserî rê dar tên birîn. Li keleka rê daran didin ser hev. Di van darên ku dane ser hev de jî xuya dike dar li qadek berfireh hatine birîn. Her wiha di dîmenan de jî xuya dike ku li qadek berfireh a Bestayê dar hatine birîn. Ev dever wek cihekî beyar xuya dike.

31 qadan bê navber dar tên birin

Birîna daran li herêma Besta ya bi ser navenda Şirnexê ve dest pê dike û heta sînorê Sêrtê qadeke berfireh a daristanan tê tunekirin. Li gorî çavkaniyên xwecihî agahî dan herî kêm li 31 qadan bênavber dar tên birîn. Deverên ku dar lê tên birîn ev in: Girêsêvê, Baçûka, Çemê Mezin, Girê Heliziyê, Şehrewan, Piştreşo, Kaniya Rengîn, Çala Fileyan, Nizarê Kuştiyan, Kaniya Kurta Dizan, Warên Şeref, Kemaloga, Zirvî, Kîxê, Piha, Girê Gavan, Çala Tehla, Nizarê Elî Sorkê, Nala Kitkê, Qaranîs, Cinîwer, Kaniya Mîr, Rîsor, Çemê Benê, Rêrêqut, Banga, Xaşîxan, Girê Qirsîn, Bindarîn, Xargirê û Belûzê.

Daristanên Şirnexê tên tunekirin

Ji bilî herêma Bestayê, li Çiyayê Cûdî û Çiyayê Gabarê û li gelek gundên navçeyên Elkê û Qilebanê birîna daran bê navber berdewam dike. Li herêmên ku dar lê tên birîn vêguherîne çolistanê. Li gor daneyên Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê sedî 8ê daristanên Şirnexê hatine tunekirin. Lê ew dane 4 sal berê hatibûn parvekirin û hat zanîn di van 4 sal an de ew dane 2 qat zêde bûn e. Lê ji ber qedexeyan, lêkolîn li wan herêman nayê kirin ku tespîta daneyên nû were kirin.

Etîket: BestaekolojîŞirnextalankirina daran
FacebookTweet

Nûçeyên Din

55 saziyên Şirnexê ji bo aştiyê daxuyanî dan

Serokê Baroya Şirnexê hat ser hişê xwe

23 TÎRMEH 2025
Çiyayê Gabarê bi dînamîtan diteqînin

Çiyayê Gabarê bi dînamîtan diteqînin

23 TÎRMEH 2025
Li Şirnexê 70 civînên gel hatin lidarxistin

Li Şirnexê 70 civînên gel hatin lidarxistin

22 TÎRMEH 2025
55 saziyên Şirnexê ji bo aştiyê daxuyanî dan

Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik krîza dil derbas kir

22 TÎRMEH 2025
55 saziyên Şirnexê ji bo aştiyê daxuyanî dan

55 saziyên Şirnexê ji bo aştiyê daxuyanî dan

22 TÎRMEH 2025
Medreseya Feqiyê Teyran bi tunebûnê re rû bi rû ye

Medreseya Feqiyê Teyran bi tunebûnê re rû bi rû ye

22 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2025 (436)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne