Li taxa Esentepe ya navçeya Bismilê bi hilkirina agir û gerandina govendê bi awayekî bicoş Newroz hate pîrozkirin.
Newroza îsal bi dirûşma “Newroza azadî û yekîtiya demokratîk” tê pîrozkirin. Piştî ku di 11ê Adarê de starta Newrozê hate dayîn her şev li gund, tax, navçe û bajarên bakurê Kurdistanê Newroz tê pîrozkirin. Taxa Esentepe ya navçeya Bismil a Amedê jî yek ji wan e. Di pêşengtiya DEM Partî û DBPê de agirê Newrozê li Taxa Esentepe ya Bismilê hate hilkirin û Newroz hate pîrozkirin. Endam û rêveberên DBPê û DEM Partiyê, Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn û gelek welatî tev li pîrozbahiyê bûn.
Hevserokê DBPê yê Bismilê Yûsûf Ataş ê li vir axivî spasiyên xwe pêşkeşî gel kirin ku tev li pîrozbahiya Newrozê bûne û wiha got: “Mala we ava ji bo ku hûn li rûmeta xwe, Newroza xwe xwedî derdikevin. Newroz li hemû Kurdistanê pîroz be.” Girseyê piştî axaftina Yûsûf Ataş dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir. Dû re girseyê li ber dahol û zirneyê li dora agirê ku hilkirin govend gerandin û bi awayekî bicoş Newroz pîroz kirin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.























