Bi munasebeta Roja Piştgiriyê ya bi Kobanê re li gelek bajarên cuda yên cîhanê meş, çalakî, daxuyanî, mitîng tên lidarxistin.
Kurd Kobanê ji dorpêça DAIŞê ya salên 2014 û 2015an a Kobanê bi berxwedaneke bêhempa rizgar bû û di cîhanê de ev berxwedan deng veda. Sazî Partiyên Kurd bi boneya vê berxwedanê kom bûn û 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojavayê re îlan kirin. Bi munasebeta piştevaniya vê rojê û li dijî êrişên heyî yên li dijî Rojava tên meşandin li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê meş, çalakî, mitîng û daxuyanî ji bo piştgiriya Kobanê tên lidarxistin.
Almanya
Hannover
Deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hannoverê Almanyayê duh ji bo şermezarkirina êrişên çeteyan ên li ser Rojava û Roja Piştevaniyê ya bi Kobanê re, Opernplatzê dest bi meşê kirin û 6 kîlometreyan meşiyan. Meşvan dirûşmên “Bijî Rojava”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Defend Rojava”, “Bijî Kurdistan”, “Yek e Yek e Yek e Gelê Kurd Yek e” “Bijî Yekitiya Gelê Kurd” û “Bakur Başûr Roja Rojhilat Kurdistan yek welat” berz kirin û berxwedana Kobanê silav kirin.













