Çeteyên HTŞ û SMOyê xwestin bi droneke bombebarkirî êrişî gundê Sefa yê bajarê Çilaxa bikin. Dron ji aliyê şervanên YPG û YPJˊê ve hat astengkirin.
Çeteyên HTŞ û SMOyê bi piştgiriya dewleta Tirk tevî agirbestê jî êrişên li ser Rojava û dorpêça li ser Kobanê didomînin. Çeteyên HTŞ û SMOyê di van saetan de xwestin bi dronê êrişî gundê Sefa yê bajarê Çilaxa bikin. Şervanên YPG û YPJˊê êrişa bi dron asteng kir, dron xist xwarê.











