Li navçeyên Cizîr û Silopiyayê di çerçoveya “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” de civînên gel hatin lidarxistin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navçeyên Cizîr, Hezex û Silopiyayê yên Şirnexê “Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” hatin lidarxistin.
Li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Cizîrê bi beşdariya gelek welatiyan civîn hat lidarxistin. Civîn ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê nivîsa têkildarî pêvajoyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Pişt re jî daxuyaniya dîmenên Rêberê Gelê Kurd û merasîma şewitandina çekan a gerîlayên koma Aştî û Civaka Demokratîk hatin temaşekirin.
Hezex û Silopiya
Li taxa Ofîsê ya navçeya Silopiyayê jî bi tevlibûna gelek welatiyan civîna gel hat lidarxistin û di civînan de li ser pêvajoyê nirxandin hatin kirin. Li taxa Turgut Ozal a navçeya Hezexê jî di çerçoveya civînan de aktivîstên TJAyê, endamên DBP û DEM Partiyê bi gel re hatin cem hev û li ser pêvajoyê nirxandin kirin û welatiyên gund jî li ser pêvajoyê pirsên meraq dikirin pirsîn û nêrînên xwe vegotin.