Li navçeya Cizîrê kesê bi navê A.Y., ku tacîz li ser keça xwe pêk aniye, hat girtin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê kesê bi navê A.Y., ku tacîz li ser zaroka xwe ya 12 salî pêk aniye li ser gilîkirina dayîka zarokê hat girtin. Li gorî agahiyên ji îfadeyên faîl hatine wergirtin; dema dayik tacîza li ser keça xwe dibîne giliyê faîl dike û li ser vê yeke faîlê tacîzkar tê binçavkirin.
Piştî îfadeyên li dozgerî û dadgeha Cizîrê biryara girtina A.Y., hat dayîn û ew şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.











