Li Cizîrê jina bi navê M.S. li mala xwe bi awayekî guman mirî hat dîtin.
Dayika 2 zarokan M.S. a 25 salî li mala xwe ya li Banê Yafes a navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi awayekî guman mirî hat dîtin. Piştî ku malbata dît ku agahî jê nayê çûne malê û wê li hundirê malê mirî dîtin. Cenazeyê M.S. rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hat zanîn ku M.S. rojek berê jiyana xwe ji dest daye û îro hatiye ferqkirin. Sedema mirina wê nehat zanîn.
Derbarê mirina bi guman a M.S. de lêpirsîn hat destpêkirin.